
PeyamaKurd – Ajansa fermî ya Kuweytê KUNA nûçeyekî belav kir û di nûçeyê de ragihand ku prensê Kuweytê welîahd Meşal el-Ahmed el-Cabir es-Sabah, bi telefonê li serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan geriyaye û gotiye wê destekê bidin Tirkiyê. Es Sabah ji Erdoğan re bi sedema erdheja li Maraşê çêbûye sersaxiyê xwestiye. Es-Sabah her weha ragihandiye ku pireka hewayî di navbera welatê xwe û deverên erdhejê de daniye da bi encama erdhejê re têbikoşe û di civîna encumena wezîran de biryara kampanya alîkariyê ji bo kesên ketine ber zerara erdhejê dane û kampanya destpêkiriye.
KUNA, her weha di nûçeyekî din de ragihandiye ku tîmekî îtfaiyê ji bo li deverên erdhejê ji bo tevlî xebatên lêgerîn-rizgarkirinê bibin, çûne Tirkiyê. Bi grûba îtfaiyê re tîmekî ji Heyva Sor ya Kuweytê û ji wezareta tenduristiyê tîmekî ku ji 45 kesan pêk tê, bi grûba jorîn re diçe Tirkiyê.