image

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu bo seredanekî fermî çû Erebistana Si’ûdiyê. Çavuşoğlu di ser hesabê xwe yê medyayê de di derbarê seredana xwe de weha got:

“Bo em behsa têkiliyê xwe bikin û li ser êrîşên Mescîdî Aqsayê û zilma li ser Fîlîstînê û hinek mijarên din biaxifin, em li Erebistana Si’ûdiyê ne”

Wezîr Çavuşoğlu dê bi wezîrê karên derve yê Erebistanê bi Prens Faysal b. Farhan bin Abdullah El Si’ûd re hevdîtin pêkbîne.