image

PeyamaKurd – Wezîrê Keştûkal (zîraetê) û Daristanan Bekir Pakdemirli li ser şewatên ku li seranserê Tirkiyê dewam dikin ragihand ku li gelek deveran bo vemirandina agir xebat dewam dikin û rewş ber bi başiyê ve diçe. Pakdemirli di ser hesabê medya civakî de, di ser Twitterê de ragihand ku ji 85 şewatan 74 ê wan xistine bin kontrolê û vemirandine. Wezîr Pakdemirli li ser şewatên di 28-30 yê temmûzê de derketine, weha got:

“Qehremanên daristanan ji hewa û bejayiyê de bi fîdakariyeka mezin dixebitin da agir vemirînin. Bo desteka we em minnetdarin. Di 28-30 yê tîrmeha 2021 ê de bi giştî ji 85 şewatan 74 ê wan di bin kontrola me de ne.”

Pakdemirli bi tabloyekî rewşa şewatan û ciyê wan ragihand. Li gor tabloyê ciyên ku şewat li wan dewam dikin; li Adanayê 2, li Antalyayê 3, li Mersinê 3, li Muğlayê 2, li Osmaniyê 1 şewat dewam dike.