image

Wezîra Berevaniyê ya Almanyayê Ursula Von der Leyen dê serdana Erbîlê bike.

Ursula Von Der Leyen îro li Bexdayê bi Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî re hevdîtinek kir. Li gor daxûyaniya ofîsa Serokwezîrê Îraqê di hevdîtinê de têkiliyên Îraqê û Almanyayê û geşedanên li herêmê hatine nirxandin. Von Der Leyen jî ragihand ku di mijara ewlehiyê de welatê wê dê piştgiriya xwe bo Îraqê bidomîn e. 

Herwiha hat zanîn ku dê Wezîra Berevaniyê ya Almanyayê piştî Bexdayê serdana Hewlêrê jî bike û dê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re bicive.