image

PeyamaKurd – Wezîra zanîn û weşangeriyê ya Pakistanê Meryem Aurangzeb, daxwaza serokwezîrê berê yê Pakistanê Îmran Xan ku xwest bi desthilatê re muzakereyan bike, red kir. Xan piştî hatibû zîndanîkirin di xwepêşandanên terefdarên wî de 10 kes miribûn.

Wezîra Meryem Aurangzeb di daxwuyaniya xwe de got ku wê bi kesên êrîşê dewletê kirine re muzakereyan nekin û daxwaza Xan red kir. Aurangzeb weha dewam kir:

“Kesên ku agir bi welqat xistine,anarşi û kaosê derxistine, nefretê xistine dilê xelkê û çekdaran hewandine, bi wan re diyalog ne mumkune. Ew, efûya siyasî dixwaze.”