image

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan di rêya telefonê de bi kemkarê xwe yê Îsveçê Tobias Billström re axifî. Di axaftinê de her dû wezîr li ser pêvajoya endamtiya Îsveçê ya NATO yê axifîn. Di merasima sondxwarina Erdoğan de jî sekreterê giştî yê NATO yê Jens Stoltenberg bi serokkomarê Tirkiyê bi Erdoğan re li ser endamtiya Îsveçê ya NATO yê axifî bû. Piştî hevdîtina Erdoğan û Stoltenberg ya li koşka Dolmabahçe, Stoltenberg weha gotibû:

“Em li ser endîşeyên rewa yên Tirkiyê axifîn. Îsveç ji bo endîşeyên Tirkiyê çareser bike gav avêt. Îsveç sozên xwe bicîh anî. Di 12 Hezîranê de wê Îsçev, Tirkiye û NATO bicivin. Endamtiya NATO yê ya Îsveçê, wê Îsveçê bêhtir xwurt bike. Hem wê Tirkiyê û NATO yê jî xwurt bike.

Tirkiye di mijara PKK ê de ku li Îsveçê îltîca kirine û di nav endamên wan de hene ku Tirkiye li wan digere û ji Îsveçê dixwaze ku wan teslîmê Tirkiyê bike. Hetta di nav lîsta Tirkiyê de nav hene ku 8 sal berê mirine.