image

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê Alî Yelîkaya, piştî wergirtina erkê ya ji wezîrê berê Suleyman Soylu, peyama hiqûq û mafên mirovan da ku ew ê van herdu rêgezan wekî referansa bingehîn bigirin.

Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê yê berê Suleyman Soylu, îro bi merasîmekê erka xwe radestî Alî Yerlîkaya kir. Alî Yerlîkaya, di axaftina xwe de diyar kir ku ew ê li ser esasê hiqûqê û mafên mirov kar û xebatên xwe bi rêve bibin û sedema hebûna wan, parastina aramiya 85 milyon welatiyên Tirkiyeyê ye.

Alî Yerlîkaya got: “Li her cihekî ku ala me lê bilind dibe, aramî û ewlekariya 85 milyon mirovên me û parastina biratiya bihêz û yekîtiya welatê me ku nayê parçekirin, sedema hebûna me ye. Her kesayetekî/e miletê me, emanetê me ye.  Em di bin fermana miletê xwe de ne. Em di zanebûna erk û berpirsiyartiyê xwe de ne. Referansa me ya bingehîn hiqûq û mafên mirov e û dê ji vê yekê bi tu awayî tawîz neyê dan.

Wekî Wezareta Navxweyî, em malbateke mezin û bihêz in. Têkoşîna me ya dijî tawanên terorê, yên sîberê, madeyên hişber, koçberbûna neyasayî û li dijî hemû tawan û tawanbaran dê bi biryarbûneke mezin berdewam bike. Hemû birînên xwe yên li herêma erdhejê em dê bi  hev re bipêçin. Dema em vê yekê bikin jî armanca me tenê rizaya Xwedê ye.”