image

PeyamaKurd – Wezîrên welatên G7, daxuyaniyeke hevbeş dan û dan zanîn, tevgerên Rûsya yên li sînorê Ukrayna û li Qirim ya ‘’bi awayekî neqanûnî hatiye dagirkirin’’ fikaran çêdikin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, tevgerên leşkerî yên mezin yên bê agahdarkirin çêdibin, dibin gef û bêîstîqrariyê çêdikin.

Wezîrên Kanada, Fransa, Almanya, Îtalya, Japonya, Brîtanya, Amerîka û Yekîtiya Ewropa (YE) bang li Rûsya kirin, da ku ‘‘provokasyon’’ê biqedîne û li gor berpirsiyên navneteweyî girjiyê kêm bike.

Wan wezîran daxwaz kirin, Rûsya li gor berpirsiyên Rêxistina Ewlekarî û Hevkariya Ewropa (OSCE) tevbigere.

Wezîran destnîşan kirin, ew piştgiriya serxwebûn û serweriya Ukrayna dikin.

Wezareta Derve ya Amerîka jî eşkere kir, Wezîr Antony Blinken û Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg li ser ‘‘êrîşvaniya leşkerî’’ya Rûsya axifîne.

Rûsya dijî wan bangan îdia dike ku tevgerên yekîneyên wê bo berevanîyê ne.

Girjîya di navbera Rûsya û Ukrayna de ji 2014’an vir ve dewam dike û li gor raporên Neteweyên Yekbûyî (NY) di pevçûnan de heta niha pirtir ji 13 hezar kes hatine kuştin.