
BerdevkaPeuntagonê Dana White gotina Trump ya ku wê ji Sûriyê hêzên xwe vekişînin weka gotinên gotegotê binavkir. White bi berdevkê erkanê herb ye Amerîkayê korgeneral Kenneth McKenize re di civîna heftane de aşkera kir.
Di mijara vekişandina hêzên Amerîka ji Sûriyê White weha got:
“Min gotinên mirovan yên di derbarê vekişandinê de di nava xwe de dibêjin bihîst. Ez zanim serok got ‘gelek di nêz de’ ji ber em li hemberê DEAŞê biserketin lê DEAŞ hêj neqediyaye û divê em ji têkbirina DEAŞê piştrast bin. Weka em her dem dibêjin armanca me têkbirina DEAŞê li Sûriyê ye. Hindik maye biqede lê hêj neqediya ye.”