image

PeyamaKurd – Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê (WHO) li ser zêdebûna hejmara pêketinên nû yên vîrusa Koronayê hişyarî da û got, di demên dawî de hejmara pêketinên nû yên vîrusa Korona, dibe du qatê hefteya borî.

Li gorî karbidestên WHO diyar dikin, rêjeya belavbûna vîrusa Korona, ji destpêka şewbê vir ve gihîşt asta herî bilind.

WHO da zanîn, hefteya borî 541,960 pêketinên vîrusa Korona hatine tomarkirin.

Serokê WHO Tedros Adhanom Ghebreyesus destnîşan kir, li welatên ji belavbûna vîrusa Korona filîtîne jî, ji nû ve pêketin zêde dibin.

Tedros eşkere dike, pêketin û mirinên vîrusa Korona bi awayekî fikaran çêkin zêde dibin.

Li gor agahiyên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 139,508,140 kes bi vîrusa Korona ketine û 2,992,388 kes bi wê can dane.