image

PeyamaKurd – Rapora dinyayê ya WMO yê hat belavkirin. Li gor raporê ya kureyî ya kêşûhewayê; sala 2020 ê yek ji 3 salên herî germ nîşan da. Tevî xebata aboriyê ya dinyayê bi sedema pandemiyê hatibû asta rawesatandinê jî, car din sala 2020 ê bû yek ji her sê salên herî germ.

Ji sala 2015 an heya niha 6 sal germ derbas bû. Bûyerên xwezayî yên weka hewa germ, baran, lehî, bahoz, şewata daristanan û gelek bûyerên din gihane asta herî bilind û di wan de ti kêmbûn tineye.

Sekreterê giştî yê Neteweyên Hevgirtî Antonio Guterres piştî ragihandina raporê civîna çapemeniyê kir û got ku sala 2020 an li gor dewra berya sanayiyê 1,3 santigrat germtire û ragihand ku rewş xetere. Guterres behsa girîngiya Peymana Parîsê ya Kêşûhewayê kir û got divê dinya bikeve nav tevgerê û hem ev hal ewlehiya xidayê dixe talûkê.