image

PeyamaKurd - Rojnameya Wall Street Journal a Amerîkî ragihand ku Rûsyayê li beramberî dronên Îranê yên ku di şerê Ukraynayê de bikar tîne, alavên teknolojîya sîber dane Îranê.

Li gorî rapora WSJê ku dispêre kesên ku bi vê mijarê haydar in: “Ji destpêka şerê li Ukraynayê ve, Rûsyayê şiyanên pêwendî û naskirin û herwiha alavên guhdarîkirinê, alavên wênekêşiya pêşketî û alavên derxistina derewan xistiye xizmeta rejîma Îranê”.

Hatiye diyarkirin ku Rûsyayê li beranber firotina dronên întixarî bo şerê li dijî Ukraynayê û bi şandina moşekên menzîlkurt, tank û guleyên topan ew alîkariya bo êrîş û îstixbarata sîberî qebûl kiriye.

Li gorî nûçeyê Tehranê jî li hember vê hevkariyê li pey hevkariya sîberî digel dana dehan balafirên şer ên Rûsyayê û hevkarîya bernameya moşekên dûravêj qebûl kiriye.