image

PeyamaKurd – Rêberê olî yê Îranê Ayetullah Alî Xamaney, bertek ji gotinên tomara deng ya hevpeyvîna Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf ku çend roj berê hatibû belavkirin re nîşan da.  

Xamaney axaftina xwe ya bi boneya Roja Mamosteyan de li ser mijarê got, “Dema mirov van gotinan dibihîze xemgîn dibe. Hin ji wan gotinan dubareya axaftinên dijminên me ne. Ev dubareya gotinên Amerîkayê ne.”

Zerîf piştî bertekên zêde yên raya giştî ya Îranê xemgîniya xwe bo gotinên xwe yên derbarê têkelbûna dîplomasî û leşkeran anîbû ziman ku rexne li Qasim Suleymanî kiribûn.