PeyamaKurd- Serokomarê berê yê Îranê Mihemed Xatemî, di daxuyaniya xwe ya bi boneya 44emîn salvegera Şoreşa Îranê de axivî û bang li rêveberiya Tehranê kir ku li gorî vîna gel tevbigerin.
Li gorî nûçeya malpera “Emtedad” ku bi nêzîkbûna xwe ji reformxwazên Îranê tê naskirin, Serokomarê berê yê Îranê Xatemî, di daxuyaniyeke ku bi helkefta 44 saliya Şoreşa Îranê belav kir de rexne li hikûmeta Îbrahîm Reîsî girt.
Xatemî yê ku bi rêya daxuyaniyê bang li Tehranê kir, got ku "Gel, ji serdema ku hikûmeta şoreşê û reformîst li ser kar bû, pêşdetir e. Divê li gorî daxwaza gel bê tevgerandin.”
Mihemed Xatemî, di daxuyaniya xwe de amaje bi wê yekê jî kir ku rêveberiya Îranê ne meyildarê havêtina gavên reformê ye û tekez kir ku di vê rewşê de pêşniyazên ji bo reformê bên kirin, dê ne di cih de bin.