image

PeyamaKurd –  Li Iraqê bajarê Kerbelayê, xelkê kuştina çalakvanê sivîl Îhab Cewad Wezn protesto kirin, êrîşî Balyozxaneya Îranê kirin. Ji ber ku xelk, Îranê bi kuştina Îhab tawanbar dikin.

Li çavkaniyên xwecîhî, şeva borî nêzîkî 300 kesî li pêş Balyozxaneya Îranê li parêzgeha Kerbelayê kom bûn û pişt re jî êrîşî ser avahiya balyozxaneyê kirin.

Çavkaniyan da zanîn, xwepêşanderan li derdora avahiya balyozxaneyê, agir bi tekerên otomobîlan vêxistin û hewla şewitandina avahiyê dan.

Herwiha destnîşan kir, pişt re hêzên ewlekariyê gihîştin, rûbirûyî xwepêşanderan bûn û ew belav kirin û nehiştin ew bikevin nav avahiya balyozxaneyê.

Çalakvan û rêkxerê navdar ê xwepêşandanên Kerbelayê Îhab Elweznî, do li ber mala xwe ji aliyê çend çekdarên nenas ve hat kuştin. Termê wî di merasîmeke cemawerî de bi xakê hat spartin û pişt re jî bû xwepêşandan û xelkê nerazîbûna xwe nîşan dan.

Balyozxaneyên Amerika û Birîtanyayê jî herwiha kuştina Îhab Cewad Wezn şermezar kirin.