image

PeyamaKurd – Yahoo Newsê li ser operasyona kuştina  Qasim Suleymanî li Bexdayê raportek belav kir ku tê de behsa rola Dijeterora Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di kuştina Qasim Suleymanî û Ebûmehdî Muhendis de tê kirin.

Medyaya Amerîkî çend nehêniyên kuştina Fermandarê Supaya Qudisê ya Komara Îslamî ya Îranê Qasim Suleymanî aşkere dikin û amaje bi rola Dijeterora YNKê di wê operasyonê de dikin.

Di raportekê de hatiye, 3 tîmên taybet ên Amerîka ku bi hêzên “Delta” tê naskirin di operasyonê de beşdar bûn, çend endamên xwe wek karmendên firokeyê nîşan dabûn û li hinan jî li cihên nêzîkî kolana ku Qasim Suleymanî lê hatiye kuştin xwe bi cih kiribûn.

Li gor malpera “Yahoo News”, şeva operasyonê sar bû û asman jî ewr bû û aliyê başûr-rojhilatê balafirgehê di demeke kurt de ji bo çalakiyên leşkerî hat girtin - an wiha hikûmeta Iraqê hat agahdarkirin.

Di raportê de tê gotin, 3 tîmên nîşanvanan 600 heta 900 yardan ji "herêma kuştinê" (riya firokxaneyê) hatine bicihkirin û sêgoşeyek ji bo armanca wî hat amadekirin, dema ji firokexaneyê derket, yek ji nîşanvanan bi dûrbûna çavdêriyê ya kamera, rasterast dîmen ji Balyozxaneya Amerîka ya li Bexdayê re vediguhastin ku Fermandarê Hêzên Delta Ground ê bi ekîba piştevaniyê re li wir bû.

Di raporê de hate destnîşankirin, hêzên Data ne tenê bû, belkû endamekî Dijeterora bakurê Iraqê (Herêma Kurdistanê) bi (CTG) ku girêdayî YNK'ê ye hevkarî bi wan re kiriye.

Herwiha eşkere kir, dema Qasim Suleymanî ji Sûriyê gihîştiye Iraqê û li firokxaneya Bexdayê daketiye, endamên Dijetrorê xwe we karmendên veguhastina çenteyan nîşan dane û ji nêzîk ve hebûna Suleymanî piştrast kirine.

Malperê li ser zarê berpirsekî Amerîkî eşkere kiriye, rola Dijeterorê sereke bû, berî bûyerê amadekariyên hûr kirine. Ji bo vî karî, pêwîstiya wan bi plana gelekî hûr ya şandina leşker û şarezayên leşkerî hebû.

Di nûçeyê de hatiye diyarkirin, dema her du otomobîl derbasî cihê kuştinê bûn, operatorên drone li wan otomobîlan reşandine û du roketên ji cureya "Hellfire" li otomobîla Suleymanî ketin û ew wêran kir .

Qasim Suleymanî û Alîkarê Serokê Giştî yê Heşda Şeibî Ebûmehdî Muhendis roja 3.1.2020 bi riya moşeka balafireke bêmirov a Amerîkî li nêzîkî balafirgeha Bexdayê hatin kuştin. Artêşa Amerîka û rêveberiya serokê Amerîka yê berê Donald Trump jî ew nûçe wek serkeftineke ewlehiyê belav kiribûn.