image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hewl tê dayîn ku li Parlamentoya Iraqê yasaya encûmena parêzgehên Iraqê were nûjenkirin.

Serokê lijneya herêman li Parlamentoya Iraqê Şêrwan Duberdanî ragihand ku ligel lijneya yasayî ya Parlamentoya Iraqê ew gihîştine rêkeftineke destpêkê ji bo nûjenkirina sêyem a yasaya encûmena parêzgehan.

Şêrwan Duberdanî got: “Lijneya yasayî, nûjen kirina yasayê amade kiriye û li gor wê nûjen kirinê hejmara endamên encûmena parêzgehan bi qasî hejmara nûnerên wan parêzgehane ku li Parlamentoya Iraqê de ne.”

Herwiha li ser hilbijartinên encûmena parêzgehan ligel hilbijartinên pêşwext ên parlamentoya Iraqê ku 10ê Cotmehê têne kirin hat diyarkirin, pir zehmete herdu hilbijartin bihevre bêne kirin.