image

PeyamaKurd – Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl, hebûna leşkerên Amerîkî li baregeha esmanî ya Beled li parêzgeha Selahedînê red dike.

Yehya Resûl di hevdîtineke telefizyonî de, red dike leşkerên Amerîkî li binkeya asmanî “Beled” hebe û diyar dike: “Cihê matmayinê ye ku ew binke tê armanckirin.”

Pêr 18ê Nîsanê baregeheke asmanî ya Beled ya artêşa Iraqê, li parêzgeha Selahedînê bi 5 moşekan hatibû armanckirin û di encamê de 5 kes birîndar bibûn.

Piştî bûyerê, Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê Tehsîn Xefacî da zanîn, ew ê bi tundî bersiva êrîşên li ser binkeyên leşkerî bidin.