image

PeyamaKurd - Yekîneya Parastina Sivîlan a Xezeyê ragihand, di binê avahiyên ku bi êrişên Îsraîlê kavil bûn de bi sedan kuştî hene.

Dîsa hatiye ragihandin ku ji ber bombebaran bê navber dewam dikin û ekîpman têrê nakin, cesed nayên derxistin.

Wezareta Karên Navxweyî ya Xezeyê daxuyaniya nivîskî da û cih da gotinên Berdevkê Yekeya Parastina Sivîlan Mehmûd Basal.

Mehmûd Basal diyar kir ku Îsraîl ji 7ê Çiriya Pêşînê ve ekîbên parastina sivîlan dike hedef.

Basal got, "Bi hezaran şehîd hîn di binê kavilan de ne û em nikarin wan derxin. Gelek kêmasiyên me hene.

Em nikarin xwe bigihînin cesedên binê kavilan ên li bakurê Xezeyê."

Basal bangewaziya xwe dubare kir ku ji bo ekîbên parastina sivîlan ên li Xezeyê piştgirî were dayîn