image

PeyamaKurd – Yekîtiya Awrûpayê tevlîbûna Bûlgaristan û Romanyayê ya nav Şengenê qebûl nekir lê tevlîbûna Xirvatistanê qebûl kir. Welatê ku ji bo Şengenê bê qebûlkirin wê hemwelatiyên wî welatî karibin bê vîze herin nav temamê welatên YA yê û bigerin.

Serokê dewleta Çekyayê vê dewrê serokê YA ye û di wexta ku civîna wezîrên karên hundir yên endamên YA yê dewam dikir, endamê komîsyonê Ylva Johansson ji bo çapemeniyê ragihandinan kir. Tevî ji Bulgaristan û Romanya re veto derket jî Rakusan got:

“Li gor min Bulgaristan û Romanya amadene bibin endamê Şengenê.”

Ji bo welatekî bibe endamê Şengenê, divê temamê endam bi yek dengî wî welatî qebûl bike.