image

PeyamaKurd – Yekîtiya Awrûpayê li ser zêdebûna şiddeta li Sûriyê ragihand ku ew di mijara zêdebûna şiddetê bi endîşene. Baregeha Nûnerê Bilind yê Karên Derve û Siyaseta Ewlehiyê yê YA yê Josep Borrell bang li terefan kir ku di mijara şiddetê de aram bin.

Nûnerê Neteweyên Yekgirtî yê Sûriyê Geir O. Pedersen ragihand ku NY li seranserê Sûriyê destekê dide banga agirbesê. Di daxwuyaniyê de weha hat gotin:

“Li Sûriyê tekane rêya îstîqrarê ew e ku di çarçoveya biryara jimare 2254 ya konseya Ewlehiyê ya NY de, bi hêsankirina NY, çareseriyeka siyasî û berfireh bê dîtin.”

Do li Şamê êrîşeka bombeyî biribûn ser alavekî leşkerî û 14 leşkerên rejîmê hatibûn kuştin. Li başûrê Idlibê êrîş biribûn ser ciyê bazarê û 10 sîvîl hatibûn kuştin.

Li Cevewreyê tûra 6 em ya amadekirina destûra Sûriyê siba diqede. Rojev amadekirina reşbeleka destûrê ye.