image

PeyamaKurd – Yekîtiya Awrûpayê li hemberê Rûsyayê paketa dorpêçan ya 9 amade kir ku di nav pakete de 200 kes û dezge hene û her weha di nav lîstê de 3 bankayên Rûsî hene. Ji bilî wan, berhemên ku du car tên bikaranîn îtxalata wan hat qedexekirin û veberhênana karê madenê hat qedexekirin.

Seroka Komîsyona YA yê Ursula Von der Leyen di ser hesabê xwe yê medya civakîde vîdeokî belav kir ku tê de hûrgiliya paketa 9 em ya ser Rûsyayê heye. Leyen got ku Rûsya mirinê û wêrankirinê dibe Ûkraynayê, Rûsya sîvîlan xistiye hedefa xwe û zivistana Ûkraynayê li xelkê dijwar kiriye. Leyen got ku wê desteka xwe ji bo Ûkraynayê dewam bikin û weha got:

“Heya niha ew 8 paketên ku me xistiye dewrê, canê Rûsyayê dêşîne.”