
PeyamaKurd – Komîsyona Yekîtiya Ewropayê bal kişand ser krîza koçberiyê ya li Ewropayê û bang li welatên endam kir.
Li ser vê yekê, Komîsyona YEyê diyar kir, koçberiya neqanûnî ya ber bi sînorên YEyê ve ji sala 2016an û vir ve gihîştiye asta herî bilind û divê welatên endam di mijara koçberiyê de bi hev re tevbigerin û di zûtirîn demê de peymana YEyê ya koçberî û penaberiyê bê îmzekirin.
Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen beriya Civîna Bilind a Yekîtiya Ewropayê ya derbarê koçberan de ku wê di 9-10'ê Sibatê de li Brukselê bê lidarxistin nameyek ji serokên welatên endam re şand û bal kişand ser krîza koçberiyê ya li Ewropayê.
Von der Leyen di nameya xwe de bi bîr xist ku ji sala 2016an û vir ve hejmara koçberên neqanûnî yên ber bi YEyê ve, bi taybetî yên ji rêya Behra Spî û Balkanên Rojava tên, gihîştiye asta herî bilind.
Herwiha da zanîn, ji ber şerê li Ukraynayê, welatên Yekîtiya Ewropa niha mazûvaniya derdora 4 milyon Ukrayniyan dikin.
Von der Leyen di nameya xwe de diyar kir, çareseriya pirsgirêka koçberan “bihevre tevgerîn û nûkirina çarçoveya qanûnî ya derbarê koçberiyê de ye.”
Herî dawî got, "Heta ku Peymana me ya Koçberî û Penaberiyê ya nû dernekeve, bersiva me ya ji bo koçberiyê wê her tim ne temam be."