image

Yekîneyên Parastina Gel (YPG)ê ragihand, ku ew ê êrîşî Hêzên Tirkiyê û hevalbendê wê bikin.

Çapemeniya PKKê ragihand ku Berdevkê YPGê Brusk Hesekê li Efrînê daxuyaniyek daye. Di daxuyaniyê de, Heseke gotiye, “Artêşa Tirkiyê hemî destketiyên Kurdan li Efrînê ji xwe re kirine armanc ku wan wêran bikin.

Brusk Hesekê artêşa tirk hişyar kir û wiha berdewam kir: ‘’Emê Efrînê ji bo Tirkiyê û hevalbendên wê yê hov bikin goristan. Qonaxeke nû dest pê kir û emê li dijî wan hinek çalakiyên cuda bikin.’’

Beriya niha jî rayadarên YPGê daxuyandibûn ku wan dev ji Efrînê bernedaye û ew ê tekoşîna xwe bidomînin.