
PeyamaKurd- Wezîrê Koçê yê Yunanîstanê diyar kir ku ew dixwazin peymana penaberan a di sala 2016an de di navbera Yekîtiya Ewropyayê û Tirkiyeyê de hatibû destnîşankirin, were nûkirin.
Dimitrios Kairidis, di kanala televizyona fermî ya Yunanîstanê ERTê de diyar kir ku ew dixwazin peymana koçberiyê ya di sala 2016an de di navbera Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê de hatiye destnîşankirin, nû bikin û wiha axivî:
"Em lihevkirinê dixwazin. Atmosfereke erênî ye. "Lihevkirin dê di navbera Ewropa û Tirkiyeyê de çêbibe. Ev pirsgirêka Ewropa û Tirkiyeyê ye."
Piştî ku di 18ê Adara 2016an de bi sed hezaran penaberên ku ji ber şerê navxweyî yê Suriyê reviyan di sala 2015an de hatin Ewropayê, di 18ê Adara 2016an de di navbera Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyê de peymana penaberan hatibû destnîşankirin.
Li gorî peymanê, Enqereyê qebûl kir ku penaberên ku bi awayekî neqanûnî di ser Tirkiyeyê re derbasî giravên Yunanîstanê yên li Deryaya Egeyê bûne, vegerîne û li dijî bazirganên mirovan şer bike. Di berdêla vê de jî ji aliyê YEyê ve alîkariya aborî ji Tirkiyeyê re hat dayîn.
Wezîrê Yunanîstanê got ku armanca wan başkirin û "berfirehkirina" peymana ku di sala 2016an de bi însiyatîfa Yunanîstanê hatiye destnîankirin e û kirina vê yekê rasterast di berjewendiya welatê wî de ye.