image

PeyamaKurd – Yûnanîstanê kampeke nû ya ji bo koçberan vekir. Herwiha Hikûmeta Yûnanîstanê, kampeke berê hatibû girtin, car din ji bo koçberan vekir.

Yûnanîstanê yek ji wan pênc kampên ku biryar e ji bo koçberan bên vekirin, li Grava Samosê vekir ku bi têl, kamereya tîşkên lazer, amûra skan û deriyê meqnetîzî tê parastin.

Kamp berê hebû û koçber tê de bûn, lê di salên borî de ji ber dijwarkirina tedbîrên taybet bi koçberan, hikûmeta Yûnanîstanê hejmarek kamp girtin, ev hevdem daxwaza beşek ji çalakvanên rastgir û partiyên konservative ku dijî hatina zêdetir a koçberan in bo Yûnanîstanê.

Yekîtiya Ewropayê soz daye, 276 milyon Euro hevkariya Yûnanîstanê bike ji bo vekirina 5 kampan ji xeynî wê kampa Grava Samosê, hevdem 4 kampên din li çar gravên Yûnanîstanê li Deryaya Egeyê veke ku ew jî gravên Leros, Lesbos, Kos û Chios in.

Ew kampa ku li Grava Samosê ye, di warê cografî de nêzîkî Tirkiyê ye ku kêmî 1.7 kîlometre dûr e û armanca vekirina wê kampê ew e ku bibe fîlterek ji bo wan koçberên ji Tirkiyê tên û berê xwe didin Yûnanîstanê, lewra li kampa Grava Samosê sîstema parastinê ya herî pêşketî hatiye danîn, hevdem navendeke taybet bi destserkirina koçberan tê de ye ku bo çûna nav kampê pêdivî bi karta meqnetîzî ye “Chip Cart” e û hemû deriyên kampê nêzîkî şevê tên girtin.

Wezîrê Koçberan ê Hikûmeta Yûnanîstanê Notis Mitarachi diyar dike, şêwaz û dîzayna kampa Grava Samosê, ji bo her çar kampên din ên li gravên din ên welat vediguhêzin. Tê pêşbînîkirin meha bê çêkirina kampa Leros temam bibe, hevdem karkirina li Kampa Morya ya Grava Lesbosê berdewam e ku mezintirîn kamp e li Ewropayê û sala borî ji ber agir pê ket şewitî.