image

PeyamaKurd – Wezareta Dadê ya Hikûmeta Iraqê, ji ber nebûna belgeyên pêwîst, zavayê serokê rejîma hilweşyayî ya Beis Sedam Husên serbest berda.

Li gor nivîseke Fermangeha Çaksazî ya Wezareta Dadê, dadgeha navendî ya tewanên Iraqê biryara azadkirina Cemal Mistefa Ebdula yê wek Tîkrîtî tê nasîn da.

Cemal Mistefa yê di sala 1955an de ji dayik bûye û hevjînê Hela ya keça Sedam Husên e, di dema rejîma Beis de Cîgirê Berpirsê Karûbarên Eşîretan bû.

Di heman daxuyaniya nivîskî de hatiye destnîşankirin, dadgehê ji ber nebûna belgeyên pêwîst ji bo tohmetbarkirina Cemal Mistef, biryara azadkirina hevjînê keça Sedam Husên daye.

Cemal Mistefa, di lîsteya Amerîkayê de bû û 11 roj piştî hilweşandina rejîma Beis jî hatibû girtin.