image

PeyamaKurd – Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, banga serdanekê li milyardarê Amerîkî Elon Musk kir ku beriya niha pêşniyara wî ya bo hevdîtinên aştiyê yên bi Rûsyayê re rastî bertekên tund ên rêveberiya Ukraynayê hatibû.

Berpirsê giştî yê kompaniyên Tesla, SpaceX û Twitterê Elon Musk, ji bo çareserbûna krîza Ukrayna-Rûsyayê ji Ukraynayê re pêşniyar kiribû, ji ber zêdebûna hejmara rûsan li wan herêman bi Ukrayna tawîzên wekî radestkirina herêmên Donbas, Kirim, Herson û Zaporijiyayê bo Rûsyayê bide.

Piştî wê pêşniyarê rêveberiya Ukraynayê bertekên tund ji Musk re nîşan dabûn.

Niha jî Zelenskiy li ser wê mijarê di Lûtkeya DealBook a rojnameya New York Timesê Elon Musk vexwend Ukraynayê û got: “Ez dibêjim, bandora hinekan li ser wî heye yan jî bi serê xwe van encaman derdixe. Heger dixwazî tiştên ku Rûsya li vir dike fêm bikî, were Ukraynayê û her tiştî bi çavê xwe bibîne.”

Zelenskiy herwiha diyar kir, "Kî ev şer da destpêkirin? Werin ji min re bibêjin, ez vî şerî çawa rawestînin.”