image

PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, bi rêya CBS Newsê ragihand ku pergalên moşekên NASAMSê yên ku hem li qada hewayî hem li qada bejahî tên bikaranîn, ji aliyê Amerîkayê ve ji bo wan hatine şandin û ew moşek gihîştine ber destên wan.

Volodimir Zelenskiy, di bernameya ku tevlî bû de rewşa şerê navbera Ukrayna û Rusyayê nirxand. Zelenskiy di nirxandinên xwe de bal kişand ser ser alîkariyên leşkerî yên ku ji aliyê Amerîkayê ve ji bo wan tên şandin û da zanîn ku ev moşekên NAMASê ku ketine destên wan, dê ji bo berevaniya binesaziyên wekî dibistan û nexweşxaneyan gelek bikêrhatî bin.

Zelenskiy di axaftina xwe de daxwaza tanqan jî ji Amerîkayê kir û got,

“Heger Amerîka pêşengiyê bike û ji me re tanqan bişîne, dê Almanya û welatên din ên Ewropayê jî vê gava Amerîkayê bişopînin. Ger em ji Amerîkayê tanqan bistînin, ez wisa difikirim ku dê hevkarên Ewropayî jî ji bo berevaniya bajarên Ukraynayê, bi tanqên xwe alîkariya derketina ji bin dagirkeriyê bikin.”

“Referandum, peyama berdewamiya şer e”

Serokê Dewleta Ukraynayê, di dewama axaftina xwe de li ser referandûma ku ji aliyê Rusyayê ve li herêmên Ukraynayê hatiye destpêkirin jî axivî û got,

“Ev referandûm, nîşan dide ku dê Putin şer bi dawî neke ango vê peyamê dide.”

Zelenskiy, di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku heta Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin desthilatdar be, dê li Ewropayê aştî çênebe.