image

PeyamaKurd – Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy di daxuyaniyekê de ji ajansa Associated Press (AP) ya Amerîkî re ragihand, Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn serokê Çînê Şi Jinping ku yek ji navên herî pêbawer e vexwendiye welatê xwe.

Zelenskiy diyar kir û got, "Em amade ne ku wî li vir bibînin."

Çîn ku têkiliyên wê yên nêzîk bi Rûsyayê re heye, yek ji wan welatan bû ku ji destpêka şer ve bi Pûtîn re têkilî danîbû.

Wezareta Karên Derve ya Çînê di salvegera şerê Rûsya û Ûkraynayê de "belgeya helwestê" ya ku tê de pêşniyarên "çareseriya siyasî ya krîza Ukraynayê" heye û banga agirbestê û çareseriya aştiyane ya pirsgirêkê kir.

Serokê Ofîsa Serokomariya Ukraynayê Mihaîl Podolyak da zanîn, plana aştiyê ya ku Çînê ji bo şerê Rûsya û Ûkraynayê pêşniyar kiriye "ne planeke aştiyê ye" û got, "Ev cemidandina şer e."