image

PeyamaKurd – Li payîtexta Awûstûryayê li Viyana zîrwe ya 2 yem ya nukleerî di asta bilind de bi tevlîbûna ji 6 welatan kes civiyan. Babeta zîrweyê bicîhanîna peymana nukleerî ya bi Îranê re ye û hem li ser dagera Amerîkayê ya ser peymanê ye.

Ji YA yê, cîgirê sekreterê giştî yê beşa karên derve Enrique Mora serpereştiya zîrweyê dike. Di komisyona hevpar de nûnerên Rûsya, Çîn, Almanya, Îngîltere, Fransa û Îranê hene. Mora, di ser hesabê xwe yê Twitterê de weha ragihand:

“Pêşdeçûn ne hêsane. Divê em niha xebateka baştir û bi hûrahî bikin.”

Nûnerê daîmî yê Çînê Wang Qun, piştî civînê pirsan bersivand û weha got:

“Ji 15 ê nîsanê heya niha hevdîtinên baş çêbûn. Dewama civînan bo rakirina dorpêçan girînge. Du grûbên pispor xebatên xwe dewam dikin. Hêvî dikim komîsyona hevpar bo rakirina dorpêçan, formulekî taybet bibîne. Piştî civîna îro dê hevdîtin dewam bikin.”