image

PeyamaKurd Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) ku xebatên xwe yên ji bo fermîkirina perwerdehîya kurdî, bipêşxistin û misogerkirina statûya zimanê Kurdî didomîne, bi minasebeta Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanî 21ê Sibata 2021ê cara yekem ji bo mafên zimanê kurdî serî li saziyên navdweletî yên Neteweyên Yekbûyî û UNESCOyê da.

 Berdevkê Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) Barij Celalî, li ser vê serlêdanê dibêje: “Ev sed sal e, wek Neteweya Kurd, ti serîlêdan çênebûye. Ev serîlêdana me jî, di sedsala dawî de, yekem car e û karekî dîrokî ye ji bo Neteweya Kurd. Lê mixabin ez dibînim ku, çapemenîya Kurd jî tev de, ti aliyek, saziyek, partî û rêxistinek girîngiya vê pêngavê baş fêm nekiriye. Lê em ê li ser vê mijarê tim û tim bisekinin.

Berdevkê Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) Barij Celalî, li ser xebatên HEZKURDê, armanca wan û serlêdanên NY û UNESCOyê bo mafê zimanê kurdî ji PeyamaKurd re axivî.

Ji bo Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê, we serlêdan li Netewên Yekbûyî û UNCECOyê kir. We çawa biryareke wiha da?

Di serî da ez dixwazim bibêjim, me ne tenê ji bo ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê serî li Neteweyên Yekbuyî û UNESCO'yê da. Me ji bo Zimanê Kurdî li Tirkiyê bibe zimanê fermî, bibe xwedî statuyeke fermî, serî li van sazîyan da. Tê zanîn ku, Neteweyên Yekbuyî pirsgirêkên hemî neteweyan dinêrin, çi xwedî dewlet bin, çi bêdewlet bin. Me jî wek saziyeke sivîl û rewa, ji bo mafê zimanê Neteweya Kurd serî li van her du saziyên cîhanî da. Me biryarek wiha çawa girt hûn dizanin? Ji ber ku ev sed sal e, wek Neteweya Kurd, ti serîlêdan çênebûye. Ev serîlêdana me jî, di sedsala dawî de, yekem car e û karekî dîrokî ye ji bo Neteweya Kurd. Lê mixabin ez dibînim ku, çapemenîya Kurd jî tev de, ti aliyek, saziyek, partî û rêxistinek girîngiya vê pêngavê baş fêm nekiriye. Lê em ê li ser vê mijarê tim û tim bisekinin.

Bi vê tevgerê armancên we yên sereke çi ne?

Armanca me ya sereke ew e ku, mijara Zimanê Kurdî, mijara çand, dîrok û hunera Kurdî bibe meseleyek navdewletî, da ku bête çareserkirin. Ku wisa nebe, ev sed sal in dewlet di vî warî da li benda bişavtina giştî sekinîye. Û ev 40 sal e jî, siyaseta Kurdan, hemî partî, rêxistin û saziyên Kurdan di warê zimên da bi qasî serê derziyekê destkeftin pêk neanîne. Em jî dixwazin bi vê pêngavê, hakemên navdewletî bibînin û vê pirsgirêka man û nemanê, nehêlin hêviya îmana dewletê û siyaseta Kurd.

Heta niha we bersivek ji van saziyan girtiye an na? An jî hûn ê pêvajoya serlêdanê bişopînin?

Ev çar roj in me serî him li Neteweyên Yekbuyî û him jî li UNESCO'yê daye. Bawer im demeke fermî ya bersivdayînê heye. Û em demkî yan jî bi hişmendiyeke lewaz li vê mijarê nanihêrin û heta kîjan demê dikşîne bila bikşîne, em ê her li dûv vê mijarê biçin û heya encam neyê girtin, em narawestin. Bo vê yekê jî, me bi ofîseke parêzeriyê ra têkilî danîye û parêzerek taybet ji bo şopandina encamê girtiye. Hêvî dikim, ji bo vê mijarê hemî sazî, alî, dezge û rêxistinên Kurdan piştigiriya me bikin.

Ev daxwaza we, ji bo hemî gelê Kurd e an bi taybetî ji bo Kurdên herêmekê ye?

Me, taybet ji bo ku Neteweyên Yekbuyî Tirkiyeyê hişyar bike û mafê Neteweya Kurd yê zimên bîne bi bîra wan, ser navê Miletê Kurd li bakurê welêt serî li van saziyan da. Ji ber ku, dewleta Tirkiyê jî yek ji wan dewletên damezrîner yê UNESCO'yê ye û şirîkê wan dewletan e. Çima kar û erkên xwe nayînin li cîh? Ji ber vê rastiyê, ji xwe pirseke pir girîng e jî bo wan. Ger encam bê girtin, ez bawer im ji bo perçeyên din jî dibe mînak û emsal, li gorî yasayên navdewletî. Ev jî dibe destkeftineke bi giştî. 

Li gorî we, heke Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê, ev ji bo pêşeroja Kurdî bes e?

Li gorî me, ger neteweyek zimanê xwe wenda bike, ji xwe ew netewe bi temamî ji holê radibe. Bi vê zanîn û hişmendiyê, em beriya her tiştî girîngiyê didin zimên. Xebata me dê tenê li ser babeta zimên be. Û sê armancên me hene,

1-Fermîbûna Zimanê Kurdî, 

2 -Perwerdeya bi Zimanê Kurdî, 

3-Îadekirina hemî nav û nirxên Kurdan yên ku hatine talankirin û îstismarkirin.

Wekî din, mijarên siyasî hene, ji xwe em ji him siyasetê him jî ji mijarên siyasî dûr in. Bi dehan partiyên Kurda hene, bila ew jî wan pirsgirêkan çareser bikin.

Li gorî we, pirsgirêka Kurdî an jî ya Kurdan a herî mezin çi ye?

Gorî me pirsgirêka Kurdan ya herî mezin û xeter, bişavtin û têkçûna çandî, dîrokî û civakî ye. Û wendakirina nasnameya Kurdî ye. Û çareseriya wê jî, statûyeke yasayî ye ku, bi navbeynkarîya dewlet û neteweyên cîhanê pêk were.

Di dawiyê de tiştekî hûn dixwazin bi me re parve bikin, heye?

Ziman hîmê neteweyan e, man û nemana neteweyî ye. Ger zimanê neteweyekî têk biçe, ew netewe bi temamî têk diçe û diqede. Bi vê hişmendîyê, me bi serkêşîya ciwanan Hereketa Zimanê Kurdî ava kir û em dixwazin miletê me di vê rêyê da bi me ra be. Û herî dawî, em spasiya malbata PeyamaKurd dikin ku, him cîh dan me, him jî di warê Zimanê Kurdî de pir bi hestyarî tevdigere wek hemî medyaya Kurd.