image

PeyamaKurd - Nivîskarê ”Qêrîna Barzan” Bûbê Eser dibêje, ’Divê hemî rewşenbîr â nivîskarên kurd li ser enfalê rawestin û di qada navneteweyî de hewl bidin ku wê weke Jenosîd bidin qebûlkirin. Karê herî pîroz ew e.”

Nivîskar Bûbê Eser, bersiv da pirsên PeyamaKurd.

Di destpêkê de te çawa û kengî dest bi nivîsandina Kurdî kir?

Dema ji zîndana Diyarbekirê derketim û li swêdê bi cîh û war bûm û tenduristiya xwe baş kir, di sala 1986an de min dest bi xwendin û nivîsandina zimanê şêrîn Kurdiya delal kir. Her weha min wê demê soz da xwe ku ez ê heta hebin bi tirkî nenivîsînim û bi Kurdan re tirkî qise nakim. Hê jî li ser soza xwe me…

Pirtûka we ya dawî ya bi navê ”Qêrîna Barzan” li ser qirqirina Kurdan hatiye nivîsandin. Mixabin her hevpeyvînek êş û janek e. We çawa biryara nivîsandina vê pirtûkê da?

Kar û erkê her rewşenbîr û nivîskarekî ew e ku bi qelema xwe, derd, êş û jana gelê xwe binivîsîne, wê bi cihanê bide zanîn ku bê çi bobelat û afat hatiye serê gelê wî. Ez jî li gor vê tevgeriyam û min xwest wê enfala ango jenosîda Saddam anîbû serê gelê me, bi şano, roman û hevpeyvînan li cihanê belav bikin da ku ew jî vê êşa hatiye serê gelê me fêr bibin.

Ji bona karê xwe bi rêk û pêk bikim, ji bona ku ez bikaribin şano, roman û hevpeyvînê ji devê kesên wan hatibûn enfal kirinê bigirim da ku van berhemana li ser asasê rastiyê bêne afirandin û min weha kir.

Ji bona vê jî ez ji Swêdê çûme welatê xwe ê azad (2007) qederê salekê li devera Barzan û di nava kesên wan hatibûn enfalkirinê de jiyam.

Min karê xwe rojê bi serdana sê malên ku kesên wan hatibûn enfalkirinê bi pirsên xwe û bersîvên wan destpê kir.

Heger hûn ya rastî bixwazin karê min kir ne rehet bû. Di nava kesên wan hatibûn enfalkirin jiyan gelek zehmet bû. Lê min jî xwest ez berê bibim yek ji wan da ku ez bikaribin li ser asasê rastiyê Şano, Roman û wan peypeyvînan binivîsînim û pêşkêşî gelê xwe û cîhanê bikim. Li gor vê biryarê min di sala 2008an de Şanoya Enfalê bi navê ”DÎROKA RÛREŞ) Romana 8000 enfalê Barzaniya  bi navê BARZAN DIGIRÎ (2018) niha jî wan hevpeyvînên min li gel malbatên kesên wan hatibûn enfalkirinê bi navê  QÊRÎNA BARZAN di 2021an de weşand.

Di pêvajoya nivîsandina pirtûkê de herî zêde çi bandor li ser we kir?

Di nivîsandina her berhemekê de di hin waran bondora hin tişan li mirov dibe. Loma jî ew bondor dike ku nivîskar jî wê bi qelema xwe li ser rûpelên sipî, wan kerasetên rûreş binivîsîne û dinivîsînin. Ji bona ku em Enfalê di qada navneteweyî de bikin Jenosîd min gelek hewl da hê jî dibim û xebatên min yên li ser Enfalê jî di wî warî de ne.

Di perçeyekê Kurdistanê ango li başûrê kurdistanê 182.000 enfalên me hene. Divê em jî weke rewşenbîr û nivîskarên gelê xwe vê kerasatê bi cihanê bidin zanîn.

Kesên ku bi we re hevpeyvîn çêdikirin çawa li vê xebata we dinêrîn?

Weke min di serî de jî got ku min xebata xwe rojê bi seredana sê malan destpê kir. Di her seredanekê de dema min pirsa enfalê ji wan dikir  dest bi girî dikirin. Giriyekê weha bû li vê cîhanê tenê kurd dikarin weha bigirîn. Ez bi xwe jî qederê şeş mehan bi wan re digiriyam.

Piştî giriyê bi şewat bi pirs û bersîvan me karê xwe diqedand. Daxwaza wan jî ew bû ku ev êş û azar li cihanê bê belavkirin da cîhan bizanibin bê kurdan çi eziyet û zehmet dîtine. Lewra jî wan bi çavekî baş li vê xebata min dinerîn

Ji bo ku careke din Kurd rastî enfal û qirkirinan neyên,  li gorî we divê çi were kirin?

Çareserî tenha dewletbûn e. Ji bona em kurd ji qirkirin, wêrankirin û tunebûnê xilas bibin divê berî her tiştî dewleteke me hebe. Ji bona dewletê jî divê her kurd bo xwe kar û xebatê bikin. Yên dewleta kurdî nexwazin ew dijminê gelê Kurd in.

Hukumeta Kurdistanê ji bo vê xebatê alîkariya we kir an na?

Na, Hukumeta Kurdistanê alîkarî nekirine ji ber ku tu daxwazeke min weha ji bona wan çênebûye. Divê mirov karê xwe bi fedekarî bike. Min jî ew kir. Lê xelkê devera Barzan gelekî alîkariya min kirin û her weha rêzdar Nêçîrvan Barzanî jî dema li min hay bû, wî jî alîkariya min kir ku ez karê xwe baş pêk bînim.

Tiştekî ku hûn dixwazin lêzêde bikin heye?

Tiştê ku dixwazim bêjim ew e ku divê hemî rewşenbîr, nivîskarên kurd li ser enfalê rawestin û di qada navneteweyî de hewl bidin ku wê weke Jenosîd bidin qebûlkirin. Karê herî pîroz ew e ku em vê bikin Jenosîd. Dema ev bibe ango weke Jenosîd bê qebûlkirin, rewş tê guherandin.

Spas mala we ava bî ku bi vê hevpeyvînê min çend rastiyên kêm dihatin zanîn, anîn zimên, got û nivîsîn..