image

PeyamaKurd – Nivîskar û weşangerê Kurd ê dîyasporayê Firat Cewerî yek ji wan kesên kedeke mezin bo ziman û edebîyata kurdî daye ye. Cewerî bi xebata salan kovara Nûdemê weşandiye û hemû cîldên Hawar a Mîr Celadet Bedirxan jî çap kirine û gihandine me.

Di van demên dawî de ku zimanê Kurdî dîsa ketiye rojeva kurdan û gelek sazî û dezgehên Kurdan ji bo fermîbûna statuya Kurdî bi taybet li Bakurê Kurdistanê, serlêdan li çend dezgehên herêmî û navnetewî kirine, me jî wek PeyamaKurd xwest serboriya nivîskariya Kurdî ya Firat Cewerî bi xwendevanên xwe re parve bikin.

Firat Cewerî ku bi nivîskarî û weşangeriya Kurdî kedeke mezin daye ziman, 40 sal in rijdbûna xwe ya bo doza zimanê Kurdî didomîne û dibêje; çi dibe bila bibe, ez dev ji Kurdî bernadim.

Hûn dikarin bi kurtî pêvajoya xwe ya çûna Swêdê vebêjin?

Di sala 1979an de hêdî hêdî ewrekî reş xwe bi ser welatê me de digirt. Sazûmana leşkerî li dar bû, tovê neyartiyê di navbera rêkxistinên kurdan de hatibû reşandin, kuştin û girtin her kêlî, li her derê hazir û amade bû. Ji aliyê din ve, amadehiya cûntaya leşkerî dihat kirin û tu çirûskên hêviyê nemabû. Mayina min ya li welêt, bi saxî ketina min ya gorrê bû. Gava min di wê dema tarî de tu çirûskên hêvîyê nedît, riya derketina ji welêt li ber min vebû. Lê riyeke bi asteng û kelem bû. Dilê min tije, hêviya min çilmisî bû. Hê temenê min nozdeh bû. Min di sala 1980ê de, xwe di ser çend welatan re gihand welatê ku niha bûye yê min. Zimanê ku li welatê min qedexe bû, li vî welatê dûr bû gopalê min yê hêviyê. Min xwe da ser û ez li ser lingan mam. Heta niha jî ez bi wî gopalî dimeşim.

Wêjeya Kurdî kengî eleqeya we kişand û we çawa dest bi nivîsa Kurdî kir?

Berî ez ji welêt derkevim, ez çend salan bi awayekî xurt ketibûm nav tevgereke xortan û em li dû serbestî û azadiya xwe dibeziyan. Hingî digel xwendina kitêbên siyasî û felsefî, ez ketibûm cîhana edebiyatê jî. Min bêyî navbir edebiyat dixwend. Lê hemû xwendina min bi tirkî bû. Kitêba ku min di zarotiya xwe de bi kurdî xwendibû, mewlûd bû, mewlûda Batêyî bû. Min ew mewlûd, hema bêje ji ber kiribû. Lê hemû edebiyata ku min dixwend, dûrî felsefeya mewlûdê bûn. Dîsa jî wek bingehê edebiyatê ew bi min re mabû. Ji bilî wê min tu kitêbên kurdî nedîtibû, nexwendibû. Ez behsa salên 1978an dikim, behsa serpêhatiya xortekî 17 salî... Belê, ew xortê 17 salî bi agirê edebiyatê dişewitî. Mîna ku dengî wî di guhê min de digot binivîse, digot binivîse, lê bi zarê xwe binivîse. Min jî da dû wî dengî û nivîsand. Min bi zarê xwe nivîsand. Lê gotina me qaçax bû, sûcê me giran bû, riya me girtî, asmanê me tarî bû. Digel wê jî, min bi inyad got ez ê bi zarê xwe binivîsim. Û ji ber wê inyadê, ji ber sebeba ku min bi zarê xwe nivîsand, min da ser riya sirgûnê. Ev 40 sal in ez di vê riyê de dimeşim. Ez ê ji ser vê riyê qet danegerim.

Hûn kar û xebatên li ser ziman û wêjeya Kurdî yên li Swêdê çawa dibînin?

Gava di salê heştêyan de ewrekî reş xwe bi ser welatê me de girtibû û hemû rê li ber me hatibûn girtin, gelek keç û xortên me mecbûr man ku welatê xwe biterikînin. Hingî gelek ji wan li Swêdê bi cih bûn. Ew li welêt di nav siyasetê de bûn, ya ji bo wan girîng îdeolojî bû,  lê dûriya ji welêt, bêrîkirina welêt ew hêdî hêdî ber bi ziman û edebiyata kurdî ve kişandin. Li Swêdê komele ava bûn, dezgeh ava bûn, federasyon ava bû. Piştî wê hêdî kovar derketin, weşanxane ava bûn. Gava ev hemû li Swêdê dibûn, li welêt ziman qedexe bû. Gava li welêt ziman qedexe bû, xebatên ji bo ziman û edebiyatê li Swêdê gur bû. Ev yeka ha heta salên 2000î jî dewam kir. Lê piştî ku hinekî aramî çêbû û hinekî rê li ber ziman û edebiyata kurdî vebû, berê edebiyata li sirgûnî jî hêdî hêdî ber bi welêt ve bû. Ew xebata gur ya li Swêdê niha alaviyên wê li welêt hildibe. Loma, li Swêdê êdî ew agir vedimire, nifşê yekê di nav salan re diçe, nifşê dudan û sisiyan jî mixabin nikarin edebiyatê bi zimanê xwe bikin, lê bi swêdî dikin.

Li gorî we asta çîrok û romana Kurdî çawa ye?

Edebiyata kurdî li ser helbestê geş bû, paşê derbasî çîrokê bû û cihoka wê niha ber bi romanê ve diherike. Li gora herdu şaxên pêşî, roman ne ew çend kevin e, lê bingeh û nîşana edebiyata modern e. Îro, digel qelsiya hin berheman, hem di warê çîrokê de, hem jî di warê romanê de bi kurdî gelek berhemên di pîvana edebiyata dinyayê de têne afirandin. Ev, ji bo zimanekî ku ne zimanê perwerdê ye, bi ya min mucîzeyek e. Heke îro ajansên me ên edebiyatê hebûna û wek xelkê edebiyata me li bazar û mazatên edebiyatê bazar bikirana, wê niha bi çendan berhemên me wergeriyana zimanên dinyayê. Bi vê riyê, wê pincarê hewşê, hinekî din bi şêniyan şêrîntir bihata.

Herî zêde kîjan berhema we li ber dilê we bi qedr e û çima?

Her berhemeke min bi awayekî, li ber dile min şêrîn e. Bi her berhemeke min re serpêhatiyeke min heye. Lê bi lehengên hemû berhemên min re dostaniyeke min ya kûr heye. Di pêvajoya nivîsandinê de, hemû lehengên ku ez ava dikim, ji bo min zindî dibin, zindî dibin û ez bi wan re dijîm, bi wan re dilivim, bi wan re dikenim, bi wan re digirîm. Bi gotineke din, berhemên mirov dibe mîna zarokên mirov. Heke çar zarokên mirov hebin, mirov ji her çaran jî hez dike, mirov ji xuyên hinan ji wan hez neke jî, lê tiliya wan têkeve bin kevirekî, agir bi dilê mirov dikeve. Ez bi vê dixwazim bejim ku hemû berhemên min mîna hev li ber dilê min şêrîn in. Lê, belkî, ya herî li ber dilê min şêrîn hê di dilê min de be û xwe bera ser kaxezê nedabe.


Firat Cewerî bi eslê xwe ji Dêrika Çiyayê Mazî ye. Di destpêka salên heftêyan de koçî Nisêbînê kir û di sala 1980 de jî terka welêt kir û li Swêdê bi cih bû. Wî di eynî salê de kitêbeke xwe da çapê. Ji wê salê û bi vir de ew di nav tevger û çalakiyên edebiyata kurdî de ye. Wî di adara 1992an de dest bi weşandina kovara NÛDEMê kir û deh salan bêyî navbir derxist. Piştî bi demekê kovareke xwerû werger bi navê NÛDEM WERGER derxist û weşanxaneya NÛDEMê ava kir. Firat Cewerî bi xwe heta niha 20 kitêb nivîsandine û 20 jî wergerandine kurdî. Kitêbên Cewerî wergeriyane swêdî, almanî, erebî, tirkî û farisî. Herweha çîrokên wî di antolojiyên swêdî, almanî, erebî û tirkî de jî cih girtine û bûne fîlm. Cewerî bi çar romanên xwe; Payiza dereng, Ez ê yekî bikujim, Lehî û Maria melekek bû wek romannivîsekî girîng bal kişandiye ser xwe. Firat Ceweriyê ku hê jî li Swêdê dijî, bi salan di Komîteya Karger ya PENa Swêdê de serokatiya Komîteya Nivîskarên Sirgûnê kiriye. Firat Cewerî di sala 2018an de ji ber xebatên xwe ji aliyê Akademiya Swêdê ve hat xelatkirin. Di sala 2020an de jî Wezareta Rewşenbîrî ya Kurdistanê ew bi qelema zêrîn xelat kir.