image

PeyamaKurd - Platforma Zimanê Kurdî (PZK) 8ê Çileya 2021ê bi civîneke rojnamevanî ragihand ku wan ji Saziya Zimanê Tirkî (TDK) re daxwaznameyek rê kiriye û tê de xwestine ku ji bo zimanê Kurdî hinek gav werin avêtin.

Piştî wê daxuyaniyê bi çend rojan TDKê bersiva Berdevkê PZKê Şerefxan Cizîrî da û ji bo pêşniyarên wan spasî li wan kir, lê li ser avêtina hin gavan û pêşvebirina zimanê kurdî ti tiştek nehat gotin û çarçoveya qanûnî ya TDKê hat bibîrxistin.

Li ser xebatên Platforma Zimanê Kurdî û hewildanên PZKê yên derbarê pêşvebirina zimanê kurdî de, Berdevkê PZKê birêz Şerefxan Cizîrî bersiva pirsên PeyamaKurd da.

Wextê ku we “Platforma Zimanê Kurdî” vekir armaca we çi bû?

Berî ku platform ava bibe, “Îttîfaqa Kurdistanî” hebû. Pênc partiyên me yên sereke, yanî Hudapar û HDP û DTP ne din av de, me van partiyên dî “Îttîfaqa Kurdistanî” ava kiribû. Lê piştî hilbijartina herêmî û ya parlamentoyê me di nava xwe de biryar da ku valahiya zimanê Kurdî heye.

Di havîna 2018an de me biryara avakirina platformê da. Me got, di avakirinê de divê em daxwazên xwe gelekî zelal bînin zimên. Ji bo çi? Yek, me go bila zimanê Kurdî bibe Zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî. Li Kurdistanê zimanê yekem û li Tirkiyê jî zimanê duyem be. Dûvre jî ji bo ku ev kar bi hêsanî bimeşin, bila dewlet saziya zimanê Kurdî ava bike. Weke çawa TRT Kurdî û gelek tiştên dî dest pê kirin. Me bi van daxwazan pêşî dest pê kir. Em dixwazin ku Kurd di warê ziman, çand û edebiyatê de di nava dîyalogê de bin. Wekê ku bav û kalan jî gotiye: “Em berûya darekê ne, pîvaza mişarekê ne.” wextê ku em bi Kurdî bi hev re diaxivin, em pirsên Kurdî derdixin pêş, em dibînin ku gelek caran em weke hev in. Nakokiyên sûnî û nakokiyên ku ne reel in, gav bi gav ji holê radibin. Bawerî hêdî hêdî çêdibe û heta niha jî piştî ku me platform ava kiriye, tu pirsgirêk jî di nava me de derneketine. Ev du sal û nîv e ku ez berdevk im û hevalên me yên dî jî bi me re ne, hîç muşkule, problem çênebûn. Ji ber çi? Ji ber ku xesasiyeta ku me li serê li hev kiribû em diparêzin. Mesele, ji dervî ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdeyê, em tiştekî dî naxwazin. Em hevdû fêhm dikin. Em dixwazin em bi vî awayî bimeşin.

We ji derdorê bertekên çawa dîtin?

Piştî ku me ev gav avêt, xuya ye ku hîn jî ew psîkolojiya kevin, ew helwesta kevin di nav hinek Kurdan de mabûn. Tu dizanî, piştî me “Tora Zimanê Kurdî” ava bû. Piştî wana jî HEZKURD ava bû. Lê îro HEZKURD hatibû civîna me. Kordînatorê wan birêz Fevzî Burgan xwest ku tevlî xebata me jî bibe. Em dixwazin torê jî tevlî xebatên xwe bikin. Yanî hewce nake ku em di pirsa zimên de belawela bin û jihevdeketî bin û xelk ji me re bibêjin, binêrin hun li ser zimanê xwe jî nikarin bibin yek. Divê em xwe kordîne bikin û bi hev re kar bikin. Armanca me ev e.

Kîjan aliyên Kurdan ên siyasî bi we re dimeşin?

Niha ê ku tune ne; yek jê Hudapar e û ya dî jî Hakpar e. Ez bi xwe wek Şerefxan Cizîrî û berdevê platformê, bi heyeta xwe re me Hudapar ziyaret kir, li cihê wan ê li Amedê. Hevalên em yên ku di warê olî de şareza ne, yên weke Ayetullah Aşîtî, Kekê Sedat Dogan em bi hev re çûne serdana wan. Me hemî daxwazên xwe ji wan re gotin. Me got, di programa we de jî Zimanê Kurdî weke zimanê fermî û perwerdehiyê tê daxwazkirin. Êdî kerem bikin werin em bi hev re kar bikin. Gotin em ê bersiva we bidin, lê ev du sal û nîv in hê bersiva me nedane. Hakpar jî, gelek caran min bi xwe bi serokê wan ê berê û ê niha re jî hevdîtin kirine û em dibêjin, kengî hun werin; cihê we amade ye. Werin di nava platformê de cihê xwe bigirin. Lê tu jî dizanî, di nav Kurdan de hinek formasyonên kevin hene û tu dikî nakî ji holê ranabin. Ev jî zerarê dide tevgera Kurdî, dide pirsa zimanê Kurdî. Heke em nikaribin di warê zimên de li hev bikin, tu çi qasî di programên xwe de binivîsî; bêfeyde ye. Wextê pirsa zimên bû daxwaz û helwesta hemî Kurdan û em hemî Kurd lê xwedî derketin, dewlet nikare rehet li miqbilî vî tiştî bisekine. Yanî mecbûr e çareyekê jêre bibîne. Ji ber vê yekê em dîsa bi rêya we, bangî wan hevalan dikin û dibêjin werin kerem bikin, di nava platformê de cihê xwe bigirin.

We heta niha ji bo zimanê Kurdî kîjan kar û xebat kirine?

Di rojên xuyayî de, di roja zimanê dayîkê roja zimanê Kurdî de me her dem çalakî li dar xistin. Me civîn û konferans çêkirin, me daxuyanî dane. Bi rastî me dixwest em bi gel re hinek civînan bikin. Ji ber vê pandemî û qedexeyan me nikarîbû bike. Em hewl didin ku bi medyaya Kurdî em hişmendiya li ser zimên pêk bînin. Em zêde mubalexe jî nekin, lê di van du salan de me kir ku pirsa zimanê Kurdî di rojevê de kete rêza yekem. Di civîna me de parlamenterê HDPê Îmam Taşcier hebû. Wî jî digot HDPê li navendê komîsyona zimên ava kiriye. Parlamenterên wan û pisporên wan li ser pirsa zimên disekinin.

Ez dibînim ku pirsa zimanê Kurdî dikeve rojeva siyaseta Kurdan. Ez bawer dikim ku di vir de me karekî baş kir. Lê kêmasî hene. Ji ber ku ji aliyê madî ve îmkanên me zêde tune ne. Em dixwazin ku bûz û qeşaya di navbera Kurdan de gav bi gav bihele. Divê her kes li gorî zanebûn, qewet û jêhatîbûna xwe xizmetekê ji vî zimanî û vî miletî û çanda vî miletî re bike. Ez dikarim bêjin ku tiştên me dixwestim hemî me pêk neanîne. Lê em ê di vê rêyê de bimeşin.

Ji bo statuya Zimanê Kurdî we ji saziyên fermî çi daxwaz kiriye?

Yek jê Saziya Diyaneta Tirkiyê ye. Me ji diyanetê gelek zelal xwest ku kursên zimanê Kurdî vekin û roja înê xutbeyan bi Kurdî bixwînin. Di cihê ku zimanê Tirkî tê bikaranîn, li Kurdistanê jî bila zimanê Kurdî were bikaranîn. Ji bo Kurdan mezhebê sereke şafi’î ye û bila Kurd jî bikaribin li gorî esasên wê bi Kurdî îdadetên xwe bikin.

Ji aliyê diyanetê bersivek ji we re hat an na?

Bersiveke fermî nehat. Lê di bin re ji me re dibêjin, ew tiştên ku hûn li ser disekinin, em jî difikirin û em ê daxwazên we bi cî bînin lê niha ne wextê wê ye û hwd. Lê bawer bikin ev xebatên em dikin bandoreke baş li ser wan dike. Ji ber ku em tiştekî ne maqûl naxwazin. Madem em birayên hev in û bi zimanê Erebî, Tirkî û heta bi Îngîlîzî tê xwendin; çima bi Kurdî neyê xwendin.

Ji YOKê we çi daxwaz kirin?

Em ji wan re dibêjin, ev beşên Kurdî ku we vekirine, divê bibin beşên berfireh. Divê ne tenê ziman; divê çand, dîrok û edebiyat jî werin hînkirin. Daxwazeke me jî ev e ku divê zanîngeheke xwirî Kurdî were vekirin. Di warê zanista sosyal de weke dîrok, ziman, sosyolojî û felsefeyê de ders bêne dayîn û kesên ku ji van zanîngehan mezûn bûn, di qedemeyên dewletê de wezîfeyê bigirin. Me ev ji YOKê xwestiye.

We ji Saziya Zimanê Tirkî (TDK) çi xwestiye?

Tu dizanî di destpêkê de Saziya Zimanê Tirkî ferhenga Kurdî-Tirkî derxist. Nezir Gümüş, Ziver İlhan û hinek mamosteyên din jî xebateke baş kirin. Lê belê ji ber ku pêvajo sekinî, ew ferheng jî zêde belav nebû.

Di wî warî de em ji Saziya Zimanê Tirkî jî hinek tiştan dixwazin: Ferhenga biwêj û gotinên bav û kalan, ferhenga lêgerînê, ferhenga dijîtal. Em dixwazin ew ji bo Kurdî sempozyûmeke navnetewî li dar bixin. Em dixwazin ku kovareke Kurdî serê sê mehan derbixin.

Ji xeynî van jî em dixwazin, şubeyeke wan a beşa Zimanê Kurdî li Amedê vebe. Heke ev nebe jî, di navenda Saziya Zimanê Tirkî de kurs an jî şubeya zimanê Kurdî vekin. Tiştên ku em dixwazin jî ne tiştên ecêb in, gelekî maqûl in û dikarin werin pêkanîn. Wekî din em dibêjin kesên ku pisporên zimanê Kurdî ne, di vê saziyê de kar bidin wan. Em ê sibe du sibe ji THYê re jî bêjin bila anonsê wan bi Kurdî be jî. Em dixwazin ku zimanê Kurdî li warê Kurdan, di hemî qadan de bê bikaranîn.

Ji bo mamosteyên Kurdî ku nehatine tayînkirin xebateke we heye gelo?

Di hemî pêwendiyên xwe yên bi medyayê re de me ev yek aniye zimên. Di TV û platformên medyayê de û di civîna me ya çapemeniyê de jî me got divê mamosteyên ku ji Artuklu û wan cihên dî mezûn bûne, divê berî gavekê werin îstîhdamkirin. Mixabin li Bakurê Kurdistanê asteng li dijî zimanê Kurdî roj bi roj zêdetir dibin. Lê di nav Kurdan de eleqeyeke zêde li ser zimên çêdibe.

Ji bo dersên bijarte hûn çi amadekariyan dikin?

Me di nava xwe de gotiye em ê ji her kesî re bêjin ku dersa Kurdî hilbijêrin û çapemeniya Kurdî de jî em her car vê dibêjin. Xwendevanên ku bi Kurdî dixwînin, hişmendiya wan a di derbarê ziman û çanda Kurdî de zêdetir dibe.