image

PeyamaKurd – Nivîskar û rewşenbîrê Kurd Zeynelabidîn Zinar heta niha li ser çand û kelepora kurdî lêkolînên xwe berdewam dike û 129 pirtûk jî çap kirine.

Ew dibêje, ‘Hêviya min ji hemû dê û bavan heye ku bi zarokên xwe re kurdî bipeyivin, çîrokên folklora kurdî ji wan re bêjin û xwezaya welatê xwe bi wan bidin naskirin.’

Mamoste Zeynelabidîn Zinar, li ser xebatên xwe yên salan û armanca xwe ya bo xebatên folklor û kelepora kurdî bersiva pirsên PeyamaKurd da.

Te çawa dest bi xebatên xwe yên Zimanê Kurdî kir?

Ez bi koka xwe ji Medreseya Kurdî hatime. Herweha ez di nava pirtûkan de hatime dinyayê, di nava pirtûkan de mezin bûme û jiyana min heta niha jî bi pirtûkan re hatiye domandin. Dema ez zarûk bûme, pêşî min zimanê kurdî bi dersîtî xwendiye. Herweha destpêka nivîsandina min jî her dîsa bi Zimanê Kurdî çêbûye. Heta ez bûme heft-heşt salî jî, min nizanibû ku Zimanê Kurdî qedexe ye.

Min di 1963-64an de çar pirtûkên bi tîpên erebî ku di Medreseya Kurdî de dihatin xwendin, wek nivîsende nivîsine. Du pirtûkên erebî bûn, du jî yên kurdî bûn.

Piştî nivîsandina wan pirtûkan, vîn û evîna min ji bo nivîsandina bi Zimanê Kurdî geş bûye, di mejiyê min de bi cih bûne û min di wan deman de gelek helbestên kurdî nivîsandine.

Heta niha we 129 berhem çap kirine. Ji ber çi we ev qas çap kirin. Gelo ev ne pir in?

Na, ne pir in û hindik in jî.

Sal 1981, dema qeymeqamê Êlihê (Hayrullah Yildiz) gote min (biborin) ”Eşşekçe konuşma” (bi zimanê keran nepeyive), piştre jî ku ez heşt car ji aliyê Cûntaya 1980yî ve ku hatim desteserkirin, 178 roj îşkenceyên xedar li min kirine. Min jî soz dabû Xwedayê xwe ku ez ê 178 pirtûkên kurdî têxim refên Pirtûkxaneya Kurdistanê.

Piştî ez ji ber wehşeta Cuntaya 1980yî di 1984an de reviyan û li Swêdê bi cih bûm, ji hingê ve heta niha 129 pirtûk bi imzeya min hatine weşandin û niha yek jî di çapê de ye.

Bi qasî ku min dîtî, we bêhtir li ser Folklora Kurdî xebat kiriye. Ji ber çi Folklor?

Rast e, min 12 sal lêkolîn li berhemên Folklora Kurdî kiriye û 1.710 perçe folklor bi dest xistine.

Sedemê ku min giringî daye folklorê  ev e:

Folklor serweteke wisa pîroz û giranbiha ye ku ne jê re nirx tê hesabkirin, ne jê re kêşan heye û ne jî pîvan çêdibe. Herweha  folklor ji her neteweyekî re wisa girîng e ku pê rizgarkirina ji mirina netewî çêdibe. Eger mirov folklorê bi awayekî din binirxîne, ev yeka hanê derdikeve holê:

Çi neteweyê ku folklora wî tune be, ew di rengê goristaneke bê kêlid de ye. Lê eger folklora wî hebe û xwedîtî lê neke, ew di rengê goristaneke bi kêlik de ye. Yanî ew netewe her mirî ye û warê wî jî her goristan e. Lê eger folklora xwe bi kar bîne, hinge ew netewe û warê xwe di rengê behiştê de ne.

14 babetên girîng ku di bingeha Folklora Kurdî de ne, hêjayê lêkolînê ne.

Ji xeynî folklorê jî, xebatên we yên li ser Klasîkên Kurdî jî hene. Li gorî we Klasîkên Kurdî, ji bo Kurdan çi îfade dikin?

Çi dema mirov bixwaze neteweyekî binase, pêşî divê meriv ziman, çand û toreya wî neteweyî bizanibe û divê mirov giringî bide ser xwendina van sê xalan:

YEK: Xwendina berhemên klasîk û tekstên olî.

DIDO: Xwendina  çîrokên folklora wî neteweyî, xasma jî çîrokên rawilan (fabil).

SISÊ: Xwendina lêkolînên li ser toreya wî neteweyî.

Eger mirov van sê tiştan bi cih neyne, mirov nikare bi awayekî sererast  wî neteweyî nas bike.

Helbet ev hawe ji bo Neteweyê Kurd jî her wisa ye. Nexwe eger rewşenbîrên Kurd lêkolîn li kevnewar û berhemên klasîk û yên Folklora Kurdî nekin, neteweyê xwe nanasin.

Dema ciwanên me berhemên klasîk bixwînin, pir bi hêsanî wê Elî herîrî, heta Ehmedê Xanî û yên dî binasin ku çi kirine û ji bo Kurdan çi xwestine.

Xebata we ya herî zêde girîng, çi ye li ber çavên we? Û ji ber çi ew girîng e?

Xebata min a herî zêde girîng li ber dilê min, bi giştî Çanda Kurdî, bi taybetî jî Zimanê Kurdî, Toreya Kurdî  û klasîkên Kurdî ne. Ji ber ku çand qalibê netewî ye, ziman rihê netewî ye û berhemên klasîk jî mêjûya netewî ne. Eger ev hersê nebin, meriv ne çu tişt e.

Di dema xebatên we de, hûn rastî çi zehmetiyan hatine? Ji kerema xwe dikarin çendekan ji me re bêjin?

Gotineke folklorî weha heye: ”Sotin nayê gotin.”

Lê ger bi kurtî bêjim, ez pêrgê gelek zehmetiyan bûme, gelek tade û niheqî li min bûne. Lê ji ber ku min dizanibû ku zimanê kurdî jî ayetek ji Ayetên Xwedayê mezin e, herweha ziman rihê netewî ye jî, vîn û daxwaza min jê re hatibû dagirtin û hertim ez bi xwe bawer bûm ku ez ê di xebata xwe de bi serkevin.

Li gorî we divê xebatkarên Zimanê Kurdî, bêhtir li ser kîjan qadê bixebitin?

Di hin lêkolînên min de derketiye holê ku dema mirovek bi zanistiya folklora neteweyê xwe rewşen dibe, ew mirov pêrgê van tiştên li jêrê dibe:

- Baweriya mirov pir zêde bi mirov çêdibe.

- Mirov xwe ji kirina xirabiyan dide paş.

- Mirov hertim xwe berpirsyar dibîne ku alîkariya jar û belengazan bike.

- Mirov girêdana reha xwe ya nijadî, saxlem dibîne.

- Mirov xwe bi bav û kalên xwe serbilind dike.

- Mirov pir dixwaze ku şexsiyeteke rind bigire û di her karê xwe de jî serkeftin bi dest bixe.

Û bi dehan xeysetên wisa yên baş..,

Kesê ku dibe xwediyê van xeysetan, êdî rind wê zanibe ku dê li ser kîjan qadan xebat bike.

Pêdiviya herî mezin ev e ku xebatkarên Zimanê Kurdî, divê bêhtir li ser  lêkolîn, folklor û klasîkan rawestin.

Ji bo xwendevan û gelê Kurd çi mesaja we heye?

Hêviya min ji hemû dê û bavan heye ku bi zarûkên xwe re kurdî bipeyivin, çîrokên folklora kurdî ji wan re bêjin û xwezaya welatê xwe bi wan bidin naskirin. Herweha Zimanê Kurdî çi ji bo kesan be û çi ji bo netewe be, rihekî nijadî ye. Dema ziman heye, ew netewe jî binax nabe. Divê bi kurdî bipeyivin û bi kurdî binivîsin.

Divê li ser van 133 tiştên ku di bingeha Çîrokên Folklorî de ne, lêkolîn bikin.

Tiştekî ku hûn dixwazin lê zêde bikin heye an na?

Divê dê û bavên Kurd,  bi zarûkên xwe re bi kurdî bipeyivin û meselok û çîrokên folklorî ji wan re bêjin.

Divê Kurdên mezin berhemên folklora xwe û yên klasîk bixwînin û naveroka wan şirove bikin.

Divê hunermendên kurd senaryoyên cuda ji ber naveroka çîrokên folklorî binivîsin û filîmên karton çêbikin.

Ev babet pir fireh û dewlemend e. Di nivîseke wisa kurt de bi cih nabe.

PeyamaKurd: Spas ji bo vî derfeta ku cenabê te daye.

Her şad û bextewer bin…