image

PeyamaKurd – Berhevkar Seyda Goyan, odeyeke mala xwe ya gund kiriye wekû muzexaneyekê û gelek kel û pelên kurdî tê de kom kirine.

Seyda Goyan ku berê li bajarê Êlihê (Batmanê) karmend bû piştî xanenişîn dibe, vedigere warê xwe yê li navçeya Goyan a bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê.

Goyan li wir dest bi komkirina amûrên Kurdî ên 100 salî dike. Seyda Goyan herwiha ji bilî komkirina kel û pelên Kurdî û karê derhêneriya belge fîlman (dokumanteran) dike.

Seyda Goyan li ser muzexaneya xwe, karê xwe yên hunerî û armanca xwe ya bi berhevkirina kelûpelên çandî bersiva pirsên PeyamaKurd da.

Biryara mûzaxaneyeke ji kelûpelên jiyana gel çawa li te peyda bû?

Di sala 1990î de li Kargeha Elektirîkê Ya Dewletê de li Navçeya Goyan bi naveke din Qilabanê, wek karmendek min dest bi karê xwe yê fermî kir. Ez  binemaleke nîştîmanperwer de mezin bûbûm, bi hişê netewayetî jîya me.

Pêngava xebatên bi destpêka çolkirina gundan ji sala 1993’ê vir de, di hemû beşên jiyana gel de min dest bi karê komkirina folklorik bi video, wênegirtin,  tekst arşiv û dokûmantasyonê kir. Biryara min ya ji bo pêkanîna muzexaneyê beşeke ji karê min e. Mixabin di pêngava avakirina muzexaneyê de min gelek dereng dest pê kir. Egera wê jî ez di sala 1992’an bi gumana  arîkarîkirina rêxistina îllegal hatim desteserkirin, demek kurt jî be ez di zindana Amedê de mam. Piştî ez hatim berdan, ez ji kare xwe  yê fermî hatim dûrxistin.

Min li dadgehê doz vekir ez ser ket im, disa li karê xwe hatim vegerandin lê ve carê ez ji navçeyê Goyan hatim mişextîkirin. 14 salan li Amedê jiyam ev 14 salê min e li Batmanê dijîm. Ez ji navçeyê xwe dûr ketim. Ji wê çendê kelûpelên hatine avêtin ê şkesti, ê berze bûyî peydakirin wan gelek zor e Salê mehek betlaneya min hebû. Dem û derfet jî gelek giring e

Mebesta te ji komkirina amûran çi ye?

Çimkî çanda resen pêtir li gundan te jiyandin,  Dema gund hatin valekirin ew çand û huner jî ber bi tinebûnê ve çû.

Tiştên di muzexaneyê de hemû ji destxetên bapîr û dapîrên me ne. Ji bo pêdiviyên jiyanê, ji bê derftiyê derfet afirandin.  Ew tişt hafize û biranîna  dapîr û bapîrên me ne, nirx û nasnameya çand û hunera gel e. Gencîneya zarokên paşerojê ye.

Gelo amûrek te peyda nekiribe an jî  hebe bi destê ve nehatibe heye?

Wek min berê de gotibû, ji ber kû ez ne li wir dijîm,  em di rewşeke sext, di rêveberiyeke awarte de dijîn, mirov nikare karê xwe bi serastî serfirazî berdewam bike. Gelek tişt hebûn ez mal bi mal gov bi gov digeriyam  min ji kesên nas û nenas tişt xwest in bersiva wan  pêşî kenê xwe dikirin  digotin, “me jî digot ka tê çi tiştê biqîmet ji me bixwazî, bikirî.” Ew tiştên tu dibeji zûûû de me avêt ser gilêşê

Hinek kesan jî gotin, dema me xanîyê xwe ê kevin xirab kir ew tiştên berê hemi di bin de man. Hinek kes gotin, me firot etaran bi çaydankekê  yan jî bi sînîyekî erzan.. Hin kes hebûn tiştê ne bixêr, ne bi firotin nedan.

Te di çend salan de wan amûran peyda kir û te çawan peyda kir?

Min Pûşpera 2020’an bi cerekî avê dest bi avakirina muzexaneyê kir. Li Navçeya Goyanê de tenê li gundê me (di fermiyetê de gundê me taxeke navçeyê ye) Cer, Misîn Den (Kûp, kûz) firaxên malê li taxa me dihatçêkirin. Kaneke axa teybet li pişta gund heye ji bo cer û mîsîn û kûçxane, beroşan heye. Heta salên 1980’ê 22 dayîk li wê taxê (gundê Ripin)  hostayê cer û misîn û den û beroşan bû. Bê bênderên qelandina  wan amûrên ji axê biqelînin hebûn. Dema cer û misînên xwe çêdikirin dianîn li wan bênderan de bicih dikirin, ser û binê wan bi darên hişk ên mazî pêçandin û agir pêdixistin. Pêta agir pênc mîtro bilind dibû. Piştre şeş heb ji wan  cer û misîn û denên doşavê  (dimsê)  li hêstirên xwe  bar dikirin ji Colemêrgê bigre heta Silopiyê bazirganiyê dikirin. Firotina wan jî, her cerek ser bi ser tijî genim an jî bi dexlûdan difirotin. Jiyana wan bi xîzanî û hejarî bû. Navçeyek çiyayî ye ji kiştûkalî nabe. Di her malekî de bi dehan ji van ceran hebûn. Bi destpêka sala 1980 kelûpelên endûstriyel hêdî hêdî anîn navçeyê ew pîşe qedandin. Hostayên  wan karan hemi rehmet kirin. Cihê xemê ye ji hezaran tenê ewqas mane ew jî bi zor min peyda kir in. 

Te kelûpelên kîjan  herêmên Kurdistanê daye ser hevdu?

Tiştên di muzexaneyê de % 70 ji navçeya Goyan e % 25 destxetên Hozên Ertoşiyan e, %5  ji devrên din in.

Te bi tenê kom kir an yên alîkarî bi te kirin hebûn? 

Belê min bi tenê kom kir. Carnan biraziyên min arîkariya min dikirin. Biraziyekî min heye 15 salîye navê wî Receb e arîkariya wî gelek çêbû ew dizaniya  di gova kîjan malê de çi kelûpel heye min agahdar dikir. Pêşî ez û wî em diçûn me seh dikir ka ew tişt dimêne an na. Paşê ez diçûm min ji xwediyan dixwest. Yan bi firotin yan bi minet yan bi xêra xwe min digot bidin min. Lê eger hûn nedin ez ê bidizim bila haya we jê hebe. Hindek kes bi firotin hinek kes bi xêr û minet dan.

Behrek mezin xwebexş û bi kêfxweşî dan min. Dayîkek nexşê bi destê xwe ser rûyê balikan neqişandî ê bûkaniya xwe di sala 1973’an de bexşî muzexaneyê kir. Kare nexşê destan jî nema. Ji Antalya ji Wane ji Batmanê, Amedê  welatî tişten xwe wek xwebexşt  bo muzexaneyê bi kargo ji min re hinartin. Hinek kes jî digotin em nadin xatîreya bapîrê me ye bila li ber destê me di wan govan de birize. Piştre ez diçûm min wan didizî dianî li muzexaneyê bicih dikir paşê min wan agahdar dikir min digot, we neda min, min jî dizî. Bi ken digotin. Waye te yê birî siheta te xweş. Ev rûdan  li taxa me wisa dibû  em hev nas dikîn û nazê min li wan diçû. 

Hinek hebûn tiştên xwe avêtîn gova malê de, min digot, ew î bidin min, ew cer an misîn nû bi qîmet diket. Digotin qey tiştekî antîke ye me nirxê wî nizaniye, ev e jî tucarê entîkeyan e dixwaze belaş ji destê me derxe. Bi bihayek gelek zêde dixwestin bifroşe min.     

Aliyekî niviskarî aliye din berhevkarîya gencîneya folklorik, filmên dokûmenter û wênegiriya profesyonel û tu li Batmanê diji, muzexane li navçeya Goyanê ye. Ev kar û xebat hemû ser hev de tu çawan rêve dibî?

Di kar û bizava çand û hunera ber bi berzebûnê ve diçe tu bikî, du alternatifên wî heye. Yan tê ezeb, nezewicî bî eger tu zewicî bî,divê tu tercîhek navbera çanda talanlêdayî û jin û zarokên xwe de deynî. Çimkî tu hem lêkolînek meydanî li her derên Kurdistanê bikî tekez mal û malbat dê paşguh bibe anexwe tu di kare xwe de serkeftî nabî ew kar dê nîvçe bimîne tu nagihî armanca xwe. Min malbat jin û zarok gelek îhmal kir. Min ji zarokên xwe re zêde erke bavînîyê bicih neanî,  Xêzana min yanî hefsera xwe jî min gelek îhmal kir. Derûniya me gişan xirab bû. Nizanim derûniya min an ya hefsera min kîjan pêtir xirab bû. Aliyê din, wijdana min rê neda ez wekî her memûrekî runim mûçeyê xwe bigrim ez û zarokên xwe  li market û parkan bigerim gerûgeştan ve biçim. Ez ne kêrî memuriyê hatim, ne jî wekî her baveke runim nêv  zarokên xwe ji wan re bavitiyê bikim.

 Mala min ji min re wekî otêlek ez jî wek rêwingiyek  bo çend rojan lê dimam. Heta vêgavê jî ez kareke meydanî destnîşan bikim li kû dera welat be ez biçim xwe bighinim wê armancê. Wekî nêçîrvanek mobile, kamera, trîpot ronahî welhasil ji bo filmek dokûmenterî çi pêwîst dike hemi di çantayê min de amade ye. Ji Mexmûrê heta Stenbolê, ji Mêrsînê heta Errmenistanê pey folklora Kurdî ketim. Ez bûm nêçîrvane Dengbej û hunermendên hemdem  reberên ola êzidiyan û folklorîstên welêt.    

Ji hemî beşên jiyana gel, ji xwarinê bigre heta jiyana li zozanan, karê kiştûkalî genimdirûn  û dankûtana bi ahenga stranan çawan tê kirin, xeyatên cilûbergên Kurdî,   leyistikên zarokan ji  20 filmên dokûmenterî zêdetir min pêk anî. Pirtûkek ya Antolojiya Dengbêjan. Du pirtûk ji stranên Folklorîk û Botanê  pirtûkek Dastanên li devera Goyan tê gotin bi devoka Goyiyan bi arîkariya Enstîtûya Kelepûrî Kurd/ Silêmanî hat çapkirin. Niha jî sê pirtûkên min ji bo çapê amade ne. Ansîklopedya Geliyê Goyan, Stranên dawetan hêj kes nebihistiye û stranen dîwanî ên şer û desatanan.  

Wekî din min di aliyê wêngeriye de jî kar kir. Silêmaniye, Hewlêr, Kerkûk, Dihok,  Zaxo, Amêdiye, Stokholm pêşangeha wêneyên min ser navê Enstîtû pêk hat. Gelek ji wêneyên min li ser malperên Ewrûpî wek wêneyen wê mehê hat hilbijartin, di pêşbirkan de jî ên bûne yekemîn jî hene. Li Stokholmê salnameya Apec ya 2018an 5 wênyên min xist berga salnameyê. 

Di nava mûzaxaneyê de çi cûre amurên Kurdî hene, hejmara wan çend e?

Hejmarek net li bîra min nîn e lê nezîkê 400 cure amûr in.

Kewar moşene Kûzên bo doşavê, cerên avê, misîn mehfûr, têr, parzon çente melhe bejîng, amûrên cotkirinê, destar (gêrise) mîrkût teşta hevîrê hesk hesko, selik…  nikarim hemî li vê derê rêz bikim.

Gelo her kes dikare serdana mûzaxaneyê bike?

Jixwe armanca min ew e her kes bêt lê temaşe bike bîraninên bav û dapîran li wê derê yad bikin. Teybet zarok bên serdana emanetên  pêşiyên xwe bikin, ew kelûpel di bin hişê wan de bête cêbecêkirin. Piraniya mêvanan ji zarokan pêk tên. Kom bi kom serdana wan amûran dikin mereq. Ne nave wan dizanin ne jî berê de ew tişt dîtibûn. Yekoyek ji min pirs dikin dibêjin, xalo, mamo ev e çî ye, ji bo çi ye? Mereq  wan peyda dibin diçin ji hevdû re dibejin, roja din bi hinek komek cuda tên. Yanî  her roj ten lê temaşe dikin.  Ciwanen nû dizewicin wêneyen xwe ê bûk û zavatiyê li wê derê digrin. Ji Başûr, Strenbol Amedê Wanê, Colemêrgê Manîsayê ji bo dîtina wan kelûpelan bikin hatîn e. Wêneyên xwe bi cilûbergên Kurdî  digrin.

Tu yê dahevdûna kelûpelan bidomînî, armanca te di komkirin û vekirina mûzaxaneyê de çi ye?

Belê, hingê ez wê hêzê di xwe de bibînîm danehevkirina kelûpelan dê hebe. Mebesta min ji avakirina muzexaneyê li jor min gotibû. Evane mîrateya gelê me ye divê em ji windabûnê  biparêzîn û ya duyem jî belkî bibe çîrûskek ji hinek kesan re ew jî li dora xe hinek tişt kom bikin. Hêvî ew e li her navçe û bajaran kelûpelên pêşiyên xwe berhev bikin, nirxên dîroka gelê xwe  biparezin.

PEYAMAKURD - Hevpeyvîn / Letya