image

PeyamaKurd – Şewba vîrûsa Korona metirsiyek mezin li tevahiya cîhanê çêkir. Bi milyonan kes bi şewba Korona ketin û ji 3 milyonan zêdetir kesan jî ji ber vê şewbê can dan. Bi dîtina derziya Korona, hêviya ji bo kêmkirina metirsiyên vîrûsê û rûbirûbûna wê xurttur bû.

Rêveberê Cîbicîkar ê Kompanyaya BioNTech a Almanî Prof. Dr. Ugur Şahîn, di derbarê derziya Korona de bersivên ku ji aliyê her kesî ve tên meraqkirin da û diyar kir: ‘‘Ev qet ne çareserî ye ku em bi hêsanî û rasterast mafê berhamnînê bidin hemû aliyan, lê çareseriyên din hene ku em niha dinirxînin.’’

Bi belavbûna vîrusa Korona li cîhanê, Kompanyaya BioNTechê di 20ê Çileya 2020an ve dest bi xebatên derziyê kir. Di encama xebatên kompanyayên Pfizer û BioNTechê de, derziya ku li hember vîrusa Korona bibandor e hat berhemanîn. Ev bûyer hêviyên her kesî gurtir kir û bû mîlad di cîhanê de.  

Rêveberê Cîbicîkar ê Kompanyaya BioNTech a Almanî Ugur Şahîn di vê hevpeyvîna taybet bi Rûdawê re li ser berhemanîna derziyê û gihandina wê bo welatên cîhanê, bi taybetî Iraq û Kurdistanê dipeyive.

Hesta cenabê we çawa bû wexta we derziya dijî Koronayê dît û we jiyana bi hezaran kes rizgar kir?

Ugur Şahîn: Hesteke pir xweş e ku tu bikarî alîkariya mirov bikî. Ez bijîşk im, hevjîna min jî bijîşk e. Me herduyan bi hev re, ne tenê li ser lêkolînên zanistî yên bingehîn kar dikir, lê lêkolînên me ew mijar li xwe girtibûn ku em çawa bikarin dermanên nû bigihînin mirovan. Bi rastî ez sersam im ku em niha di warekî din de kar dikin ne di warê ku me di serî de destpê kir. Me dixwest dermanê çareserkirina penceşêrê bibînin. Lê em niha di warê derziyê de ji bo hemû mirovatiyê kar dikin, derziyeke ku pir bibandor e. Karê me ewqasî bibandor e ku me bi xwe jî di destpêkê de bawer nedikir. Hergav û bi berdewamî name ji me re tên ku dapîrek niha dikare neviyên neviyên xwe bibîne yan malbat niha dikarin bi hev re bin yan kur û keç dê-bavên xwe dibînin. Ev hemû name û spasdariyên pir bedew in. Wê çaxê em hest dikin jiyana çend kesan hatiye rizgarkirin. Amar û hejmar vê derdixin, bêguman ev jî hesteke xweş e. Ji aliyekî din ve ya ku me mijûl dike ew e ku heya niha derzî negihiştiye gelek kesan, lewma em dibînin ku karê me hêj xelas nebûye. Em bi temamî hest bi vê dikin û li ser kar dikin.

Heya çi qasî bandora derziya BioNTechê heye, pir behsa wê yekê tê kirin ku dibe ku hewce be her kesek sê qurçikan wergire. Gelo ev heya çi qasî rast e?

Ugur Şahîn: Bila em ji pirsa yekem dest pê bikin. Derziya me piştî heft rojan ji wergirtina qurçika duyem zêdetirîn rêjeya bandora wê dibe. Piştî 12 rojan ji wergirtina qurçika yekem, bandora derziyê seretayî dibe. Di 12 rojên destpêkê de ti bergiriya derziyê nîne, wek nimûne eger kesek berî du rojan derzî wergirtibe û paşê bi Korona bikeve hingê derzî nikare hevkar be. Kêmtirîn rêjeya bandorê 12 roj jê re pêwîst in, zêdetirîn rêjeya bandorê jî piştî heft rojan ji wergirtina qurçika duyem dibe. Rêjeya bandora derziya me pir bilind e û digihe ji sedî 95, ev ne tenê encama testan e ku li ser 40 hezar kesî hatibûn kirin, lê niha detayên rasteqîn li ba me hene ji Îsraîlê ku bêhtirî 5 milyon kesan niha derzî wergirtine. Li gor wan detayan em dibînin ku bandora derziya me ji %95 zêdetir e. Lê bandora derziyê piştî şeş mehan kêm dibe. Detay li ba me hene ku piştî şeş mehan ji sedî 91 baş e. Em dibînin piştî heşt mehan bergiriya laş kêm dibe. Lewma pêwîstiya me bi qurçika sêyem heye da ku em bandora derziyê bigihînin ji sedî sed. Ango qurçika sêyem piştî 9 yan 12 mehan dikare hevkar be ji bo bilindkirina bandora derziyê. Lewma em di wê baweriyê de ne ku her heşt heya 10 mehan carekê yan salê carekê pêwîstiya me bi qurçikekê hebe ji bo bilindkirina bandora derziyê.

Ji bo welatên piranî misilman pir giring e bizanin ku ew derzî ji çi hatiye çêkirin? Gelo ti madeyeke ajelî tê de heye?

Ugur Şahîn: Ez ê pir bi kêfxweşî bersiva vê pirsê bidim. Hemû madeyên ku di nav derziyê de ne hatine belavkirin û her kes dikare wan di înternetê de bixwînin. Gelek pirsên bi vî awayî ji me re tên ka gelo di nav derziya me de madeyên ajelî hene? Ev pirs ne tenê li welatên misilman tên kirin lê cihû jî vê pirsê dikin û dibêjin gelo derzî li gor bîr û baweriyên wan guncav e yan ji bo wan helal e. Hemû madeyên ku di derziyê de ne qet ne ajelî ne. Ango hewce nake ti dudiliyek hebe, çimkî derziya me ne ji madeyên ajelî lê ji madeyên din hatiye çêkirin. Herwiha donê ku tê de ye ji madeyên giyayî hatiye berhemanîn. Lewma em dikarin bêjin ku hemû made helal û koşer in (helal li ba cihûyan). Ji aliyê Cihûyên Ortodoks ve ew pirs ji me hat kirin, me jî bersiva wan da û me zanyarî ji wan re şandin.

Heya niha we çend lêkolîn li ser wê yekê kirine ka gelo kesên ducanî dikarin derziyê wergirin? Gelo hewce dike zarok jî wergirin?

Ugur Şahîn: Em niha li ser vê mijarê lêkolîn dikin, hêj encama wan lêkolînan xelas nebûye. Lê detayên din li ba me hene ku komên din li ser derziya me kirine û hatine belavkirin. Belavokeke pir giring a bijîşkî bi navê "Belavoka Bijîşkî ya Nû" heye, lêkolîn kirine ji bo zanîna gelo bandora derziya me ya negatîf li ser kesên ducanî heye yan na? Encama wê ew e ku ti bandora wê nîne. Pêwîst e ez bêjim kesên ku beşdarî lêkolînê bûbûn di dawiya meha ducaniya xwe de bûn. Me lêkolîn li ser ajelan kir. Me dît ti ziyana derziyê li ser ajelên ducanî nebû, herwiha li ser çêlîkên ajelan jî. Heya niha ev detay li ber destên me ne.

Ya ku bi min baş e ew e ku kesên ducanî bi bijîşkê xwe re biaxivin û şêwirê wergirin. Ya eşkere ew e ku wexta kesên ducanî bi Korona dikevin, pir bi xerabî pê dikevin û rewşa wan a tendirustî ji kesên normal pir xerabtir dibe. Metirsî li ser kesên ducanî pir zêdetir in lewma baştir e derziyê wergirin, lê em niha nikarin ti pêşniyarê bidin.

Gelo pêwîst e zarok jî derziyê wergirin? Di vê de jî nabe ji bîra me here ku zarok jî bi dijwarî bi vîrûsa Korona dikevin, haletên zêde hene ku zarok bi xerabî pê ketine. Bi kêfxweşî helat pir kêm in lê hene û zarok jî hebûn ku di nexweşxaneyan de ji ber Korona li jêr çavdêriya hûr bûn. Giring e zarok jî derziyê wergirin çimkî bergiriya giştî (Hurd Immunity) zêde dike û metirsiyan kêm dike. Lê heya niha encama lîkolînan ne li berdest in çimkî xelas nebûne. Divê em çaverê bikin heya ku encam û detay berdest dibin, wê demê em dikarin biryar bidin zarok derziyê wergirin yan na.

Wek cenabê we agadar in di van rojan de li Îsraîlê hinek halet hatin tomarkirin ku hinek kesên ku qurçika duyem a derziyê wergirtibûn bi kulbûna masûlkeya dil ketin. Hûn çi dibêjin?

Ugur Şahîn: Ew nûçe ji Îsraîlê gihiştin destên me jî, em hergav daxwaz dikin hemû zanyarî û hûrgilî ji me re werin şandin. Em dixwazin bi hûrî bizanin çi qewimiye? Ew haletên kulbûna masûlkeya dil çawa hatine tomarkirin? Divê ew nîşan pir bi başî û bi hûrî werin wergirtin û bibin dokûment. Me li database-yên xwe temaşe kir, çimkî bi berdewam detay ji me re tên, heya niha bêhtirî 200 milyon kesan derzî wergirtine. Di heman demê de rêxistin wek nimûne li Almanya PFPE yan CDC li Amerîka, ew jî wan detayan dibînin. Heya niha me ti detay li ser kulbûna masûlkeya dil nedîtiye. Lewma em nikarin piştrast bikin. Lê em bi berdewamî agadar dibin bi taybetî divê em bizanin gelo ew raporên ku li ser wan haletan hatine belavkirin, rast in yan na? Çimkî gelek caran hebû heman zanyarî piştî çend rojan bi awayekî din hatiye nirxandin. Lê em bi cidî werdigirin çimkî bingeha sereke ya dermansaziyê ew e ku divê ziyana derman nebe.

Gelo derziya ku li Almanya tê bikaranîn heman derzî ye ku li Iraq û Herêma Kurdistanê tê bikaranîn? Cenabê we bi Kompanyaya Pfizer re peyman pêk aniye ji bo berhemanîna 3 milyar derziyan da ku bigîhe hejmareke zêde ya xelkê. Tevî vê jî, pir behsa wê yekê tê kirin ji ber ku niha li seranserê cîhanê derzî kêm e pêwîst e mafê berhemanîna BioNTech û Pfizer bi welatên din were dan, da ku bikarin derziyê berhem bînin. Cenabê te çi dibêje?

Ugur Şahîn: Ev qet ne çareserî ye ku em bi hêsanî û rasterast mafê berhamnînê bidin hemû aliyan, lê çareseriyên din hene ku em niha dinirxînin. Wek nimûne dana moleta taybet bi kompanyayên bişiyan tiştekî baş e. Tişta herî xerab ku biqewime ew e ku berhemanîna bêsînor biqewime, çimkî tu ji min dipirsî gelo derziya ku li Iraqê tê bikaranîn heman derzî ye ku li Almanyayê jî tê bikaranîn? Bi rastî pirsa herî giring ev e. Çimkî em naxwazin derzîyeke kalîte nizm bidin Afrîqa yan welatên din. Divê bawerî bi hûrî bi hemûyan hatibe dan.

Em bi rêxistinan re diaxivin, da ku em baweriyê bidin kompanyayeke berhemanînê. Pirsgirêk ew e ku ev niha qet nabe hevkar, dema hevkar dibe di dawiya sala 2021 yan 2022. Em niha li ser vê gotûbêj dikin. Bi baweriya min, li hemû aliyên wan pêşniyaran nehatiye fikirîn, em bi kûrî mijûlî vê mijarê ne. Berî ez werim vê hevpeyvînê, ez di civînê de bûm û me gotûbêj li ser wê yekê dikir ku em çawa bikarin derziyê bişînin welatê din, bi şertê ku hemû derzî bi kalîteya bilind bin. Pirsgirêk pir in ku divê çareserî ji wan re werin dîtin, lê em li ser wan dixebitin.

Zor spas profesor Şahîn ku hûn bi me re bûn.

Ugur Şahîn: Zor spas. Ez dixwazim spasiya wan hemû medyakaran bikim ku hertim hewl dane bêalî kar bikin û zanyariyan bidin. A li ba min girîng ew e ku wexta vîrûsa Korona peyda bû hemûyan bi berpirsiyarî û bêalîtî kar kir û rapor çê kirin. Ev pir girîng e çimkî tenê bi vî awayî gelek kes dikarin derziyê wergirin û baweriya wan bi derziyê zêdetir bibe. Zor spas. Ez pir kêfxweş bûm û hêvîdar im em van nêzîkan careke din bi hev re biaxivin.