image

PeyamaKurd – Weşanxaneya Dara ku navenda wê li bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê ye, cara pêşî Rêzimana Kurdîya Soranî bi tîpên latînî çap kir.

Koordînatorê Pirtûkakurdî û Weşanxaneya Darayê Bawer Berşev dibêje, “Gelek caran ji bo fêrbûna Soranî ji me materyal dixwestin û qet tune bûn. Me jî xwest em xebateke bi vî rengî bikin.”

Em weşangeriya kurdî û rewşa ziman li Bakurê Kurdistanê, bi Bawer Berşev re axivîn.

Berşev dide zanîn ku piştî li Kurdistanê dîsa şer dest pê kir, xwendina Kurdî jî kêm bûye.

Ser xêrê be, we bi tîpên latînî Rêzimana Kurdîya Soranî çap kiriye. Çi girîngiya vê berhemê heye?

Gelekî spas. Berî her tiştî li Bakur daxwaza fêrbûna soranî gelekî heye. Lê amûr hîç tune. Her wiha bi tîpên latînî qet tune. Em ji xeynî karên weşangeriyê, karê pirtukfroşîyê jî dikin. Malpera me ya bi navê pirtukakurdi heye û em li wir hemû berhemên Kurdî rêdikin hemû cihanê. Gelek caran ji bo fêrbûna Soranî ji me materyal dixwestin û qet tune bûn. Me xwest ku em xebateke bi vî rengî bikin. Piştî xebateke dûvdirêj me ev berhem amade kir û çap kir.

Ji ber çi we ev berhem bi tîpên latînî weşand?

Ji ber ku li Bakurê Kurdistanê Kurd bêhtir bi tîpên latînî perwerdeyê dibînin û hema bêje qet tîpên aramî/erebî nizanin. Kurdên Bakur ev 100 sal e perwerdehiyê bi tîpên latînî dibînin. Heke em bixwazin wan fêrî Soranî bikin divê teqez latînî be.

Wekî din di warê ziman û wêjeya Kurdî de çi xebatên we hene?

Ya min bi xwe xebtaên min ên şexsî tune lê wek weşanxaneya Darayê ev 3 sal in me vekirîye û heta niha 82 berhemên me derketine û di nava wan da ji pirtûkên fêrbûna zarokan, heta fêrbûna Kurdî, roman û gelek pirtûkên tarîxî me çap kirine. Em hewl didin ku van pirtûkan zêdetir bikin û heta dawiya salê 100 ji berhemî derbas bibin

Karê weşangeriya Kurdî çawa ye?

Karê weşangeriya Kurdî ji derve gelekî rehet dixuyê, lê bawer bikin gelekî zehmetîyên wê hene. Berî her tiştî piyaseya Kurdî teng e, yanî yên Kurdî dixwînin kêm in. Texmina min li bakur 5-6 hezar Kurd hene ku yekcar bi Kurdî dixwînin. Ji xeynî vê, ji aliyê aboriyê ve tengasiyên weşanxaneyên me gelek in. Her ku diçe zehmettir dibe. Bi taybetî di van salên dawîyê de weşanxaneyên me yên biçuk gelekî zehmetî kişandin. Hema bêje li ber girtinê ne. Nikarin pirtûkan çap bikin. Ya me bi saya xebatên pirtukakurdi em bi awayekî piştgirî didin weşanxaneya xwe, lê bi giştî rewşa weşanxaneyên me yên Kurdî nebaş e mixabin.

Eleqeya nifşên nû li ser xwendina Kurdî çawa ye?

Mixabin van salên dawî gelekî kêm bûye. Heya 2016an jî her diçe nifşên nû xwe nêzî kurdî dikirin. Lê piştî ku buyerên li Kurdistanê qewimîn, mixabin ev sekînî. Niha em dikarin bejin ku kesên kurdî dixwînin di temenê 25-45 saliyê de ne. Ev jî tê wê wateyê ku ev nifşên salên 2000-2015an in. Kurdan di wan salan de gelek ked dan bo Kurdî, bi saya komeleyên Kurdî dersen Kurdî hatin dayîn, di zaningehan de beş vebûn, weke ronesansa Edebiyata Kurdî bû, lê mixabin hûn jî zanîn ku paşê polîtîkayê dewletê bo Kurdan guherîn û ev sazî, dezgeh hatin girtin û xwendevanên nû çênebûn.

Hûn pêşeroja zimanê Kurdî û weşangeriya Kurdî çawa dibînin?

Kurdî her ku diçe bêhtir tê xwendin, an jî her diçe xwendevanên kurdî zêdetir dibin, ev kêfxweşiyek e; lê di bazar û sûkê de her diçe kêmtir tê axaftin.  Yanî niviskî pêş de diçe lê axaftin kêm dibe. Ev jî encax bi saya perwedehiya bi zimanê Kurdî, an jî statuyek bo Kurdî, em dikarin axaftinê jî zêdetir bikin. Naxwe dê her biçe Rirkî dê serdestir bibe. Weşangerîya kurdî jî hinek bi vê ra girêdayî ye. Kurdî çi qasî di bazara Kurdî de be dê weşanxaneyên me jî ew qasî bi pêş bikevin. Ji ber ku dê rekabet çêbe, dê wşanxaneyên nû ava bin û dê berhemên çêtir werin çapkirin. Yanî em dikarin bêjin ku Kurdî û weşangerî rasterast bi hev ra têkildar in.