image

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 268 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-1 9) ketine û 14 kes jî pê mirine.

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe ya îro Yekşemê de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 268 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 152 kes li Hewlêrê, 55 kes li Silêmaniyê, 53 kes li Duhokê, 4 kes li Helebceyê û 4 kes li Raperînê ne.

Wezaretê ragihand ku di nav 24 demjimêran de 14 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 3 kes li Hewlêrê, 6 kes li Silêmaniyê, 4 kes li Duhokê û 1 kes li Germiyanê ye.

Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 404 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 170 kes li Hewlêrê, 94 kes li Silêmaniyê, 109 kes li Duhokê, 8 kes li Helebceyê, 14 kes li Germiyanê û 9 kes li Raperînê ne.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên korona gihîşt 374676 kesan, ya mirinan bû 6857 kes û heta niha 362023 nexweş jî baş bûne.