image

PeyamaKurd - Şêwirmendê Encûmena Ewlehiya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî daxuyaniyek derbarê yekem salvegera xiyaneta 16ê Cotmehê de belav kir, di daxuyaniyêde ragihand ku, plana 16ê Cotmeha 2017an mezintirîn xiyanet bû ji mafê çarenivîsa neteweyeke çewsave hate kirin.

Şêwimendê Encûmena Ewlehiya Herêma Kurdistan Mesrûr Barzanî li ser medya civakî daxuyaniyek derbarê xiyaneta 16ê Cotmehê bi zimanê Kurdî û herdu zaravê Soranî û Kurmancî û li gel zimanê Erebî, Tirkî û Îngilîzî belav kir.

Di daxuyaniya xwe de Şêwimendê Encûmena Ewlehiya Herêma Kurdistan Mesrûr Barzanî derbarê xiyaneta 16ê Cotmehê ya sala 2017an de ragihand, ku plana 16ê Cotmeha 2017an mezintirîn xiyanet bû ji mafê çarenivîsa neteweyeke çewsave hate kirin di heman demê de rûyê rasteqîne yê xiyanetkaran jî der xist û xakfiroş ji nîştimanperweran cuda kir.

Mesrûr Barzanî hêvî kir ku, xelkê Kurdistanê û aştîxwaz rastiyan ji bîr nekin û ji vê zêdetir rê nedin bo post û paye bi jiyan û çarenivîsa wan were lîstin.