
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama agirpêketinê de, 4 dikanên li sûka bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê şewitîn.
Li sûka navendî ya bajarê Hesekê saet di 05:00ê sibehê de şewatek çêbû û tîma agirkujiyê gihîşt cihê agir pê ketibû û agir vemirand.
Hat zanîn ku şewat li kolana El-Hemewiyê çêbûye û li gorî tîma agirkujiyê sedema vêketina agir ew e ku têlên kehrebeyê gihîştine hev.
Tîma agirkujiyê ya Hesekê diyar kir ku di 3 saetan de şewat hatiye kontrolkirin û di encamê de 4 dikanên cil û bergan şewitîn.
Hat zanîn ku ziyana şewatê tenê madî bûye û ti kesek birîndar nebûye.