
PeyamaKurd - Tirkiye 17ê Hezîranê bi navê ‘Pencê Piling’ operasyonek li Herêma Kurdististanê li dijî PKKê da destpêkirin. Piştî van êrîşan gelek deverên sînorî yê Herêma Kurdistanê hat bombebarankirin û di encamê de gelek sîvîlan jî can dan. Do nîvêşevê, balafirên Tirkiyê 4 gundên sînorî yên qezaya Zaxoyê ya li Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin.
Li gor çavkaniyên xwecîhî, operasyonên Tirkiyê li sînorê herdu nahiyeyên Batûfa û Derkarê yên ser bi Zaxo ve berdewam in û li nêzîk hin gundên herdu nahiyeyan şer û pevçûn di navbera gerîlayên PKKê û hêzên Artêşa Tirkiyê de derketiye.
Li gor zanyariyan li hinek navçeyan, Tirkiyê 40 km sînor derbas kiriye.
Rêveberê Nahiyeya Batûfayê ragihand, “Gundên Eblehê, Pîrbila, Monînê û Şaqol ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatine bombebarankirin.”
Artêşa Tirkiyê, ji 17ê Hezîranê ve operasyoneke nû li dijî PKKê di nav axa Başûrê Kurdistanê û bi taybet li devera Heftenînê ku dikeve sînorê qezaya Zaxoyê destpê kiriye. Di encamê de gelek deverên Başûrê Kurdistanê hatin bombebarankirin, gelek sîvîlan jî can dan. Tirkiyê eşkere kir ku wê operasyon berdewam bikin.