image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku yekem karwana hecîyên Kurdistanê ku ji 690 kesan pêk tê îro 9ê Hezîranê bi rêya bejahî derbasî Erebistana Siûdî dibin.

Rêveberiya Giştî ya Hec û Umreyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, yekem karwanê heciyên Kurd ku ji 690 heciyan pêk tê, roja înê ber bi Erebistana Siûdiyê ve biçe.

Rêveberiya Giştî ya Hec û Umreyê ya Herêma Kurdistanê hişyarî da hemû kesên ku bi rêya bejayî seferê dikin û xwest ji bo hevahengiyê bi xwediyên kompaniyên Hec û Umre re bikevin têkiliyê.

Rêveberiya Giştî ya Hec û Umreyê ji bo heciyên bi rêya asmanî biçin jî diyar kir ku roja 12/6/2023 dê yekem karwanê heciyan bi rêya balafirgehên navdewletî yên Hewlêr û Silêmaniyê ber bi Erebistana Siûdiyê ve biçin.