
PeyamaKurd - Wezîrê Berevanîya Tirkiyê Hulusî Akar derbarê operasyonên artêşa Tirkiyê yên nav axa Herêma Kurdistan û Iraqê yên dijî PKKê daxuyanî dan.
Akar ragihand ku artêşa Tirkiyê 27ê Îlonê 140 kîlometreyan di kûrahiya xaka Iraqê de çûye û li Çiyayê Asosê 16 şikeft û baregeha fermandariya PKKê ji nav biriye.
Hulusî Akar di civîneke rojnamevanî ya îro 29ê Îlonê li Şirnex a Bakurê Kurdistanê li dar xist de, eşkere kir ku hêzên wan heta kûrahiya 140 kîlometreyan çûne nav axa Iraqê û li Çiyayê Asosê 16 şikeft û baregeha fermandariya PKKê ji nav birine.
Akar herwiha diyar kir ku komandoyên wan heta cihên ku digotin, kes nikare bikeviyê jî çûne û li ser ketina nav axa Iraq û Herêma Kurdistanê jî got ku ew rêzê li serweriya wan digirin.
Hêjayî gotinê ye, balafirên şer ên Tirkiyê îro 29ê Îlonê devera Biradost a li sînorê bajarokê Sîdekanê bombebaran kiribû ku li gorî zanyariyan li wir baregehên PKKê hebûn.