image

PeyamaKurd - Serok Barzanî li gel şandeke hevbeş a lîsteyên Saîrûn, Nesir, Hîkme û Wetenîye ya Iraqê civiya. Di civînê de mijara pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê gotûbêj kirin.

Li gorî daxuyaniya derbarê civînê de, “li ser xeletiyên siyasî yên piştî sala 2003ê yên li Iraqê gotûbêj hatiye kirin û herwiha balkişandine ser wê mekanîzmaya ku pêşiya dubarebûna xeletiyan digre.” 

Şanda hevbeş a partiyên Iraqê jî tekez kirine ku di pêvajoya siyasî de ew dê pabendê prensîbên “hevbeşî, tifaq û hevsengiyê” bin û hemû pêkhateyên Iraqê beşdarî hikûmraniyê bikin. 

Şanda lîsteyên Saîrûn, Nesir, Hîkme û Wetenîye îro li Hewlêrê li gel şandeke hevbeş a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK) jî civiyan. 

Hevpeymaniya Saîrûn a bi serokatiya Muqteda Sedr, Hevpeymaniya Nesir a bi serokatiya Heyder Ebadî, Tevgera Hîkme ya bi serokatiya Emmar Hekîm û Partiya Weteniye ya bi serokatiya Eyad Ellawî hewla pêkanîna fraksiyona herî mezin a Parlamentoya Iraqê didin. 

Herwiha ji aliyê din ve lîsteya Dewleta Yasa ya bi serokatiya Nûrî Malîkî û Hevpeymaniya Fetih a bi serokatiya Hadî Amirî jî heman awayî dixwazin fraksiyona herî mezin ava bikin. 

Herdu alî jî bi vê armancê li gel aliyên siyasî yên Kurd hevdîtinan dikin.