image

PeyamaKurd – Siyasetmedarê Kurd Altan Tan tevlî bernama K24 ê ya Hasan Kösen bû û di hinek mijaran de agahiyan da raya giştî. Tan ragihand ku di pêvajoya hilbijartinê de Erdoğan û Kılıçdaroğlu di mesela Kurdan de peyamekî zelal nedane û ev jî ji kêmasiya siyaseta Kurda ye. Tan weha got:

“Ji hilbijartinê re nîv roj maye û birêz serokkomar Recep Tayip Erdoğan dibêje ku piştî hilbijartinê ji bo Kurdan tiştên baş difikire. Xwezî…Lê çimane ne îro, çima piştî hilbijartinê? Di derbarê Kurd û mijara Kurd de fikrên wî çi ne? Çi sozan dide? Mixabin li holê tiştekî zelal tine. Divê birêz Kılıçdaroğlu û birêz Erdoğan li ser Kurda tiştekî zelal û bernameyekî zelal ragihînin.”

Li ser gotina Kılıçdaroğlu ku dibêje wê mesela Kurdi di meclisê de çareser bike, Tan got:

“Baş e lê çawa? Bi kîjan xalên çareseriyê? Tenê gotin heye, di kiryarê de tiştek tine. Sedem jî bilindbûna şowenîzma li Tirkiyê ye. Li terefê Erdoğan Devlet Bahçeli, Sinan Oğan û Mustafa Destici hene. Li dora Kılıçdaroğlu Meral Akşener, Ümit Özdağ û Koray Aydın hene. Mixabin Erdoğan jî Kılıçdaroğlu jî ji rayên netewaperestan ditirsin. Ji ber wê jî newêrin ji bo mafê Kurdan tiştekî zelal bêjin. Ev, kêmasiya siyaseta Kurda ye. 13-14 milyon dengên Kurdan hene lê mixabin me heya niha ti tiştekî çareser nekiriye.”

Siyasetmedar Altan Tan di mijara HDP ê û daketina dengên wê de got:

“Gelek sedem hene ku dengên HDP ê kêm bûne lê dikarim du sedeman bêjim. Ya yekem; êdî Kurd şer, çek û çiya naxwazin. Tirkiye gelek pêşde çû û ew jî dibêjin ku ji niha û pê de têkoşîn di ser siyaset û partiyan de bimeşe. Weka berê naxwazin zarokên wan li çiya, di şerde, di hendekan de bimrin. Ya duyê rêvebiriya HDP ê piraniya wan di bin kontrola çepên Tirkan de û Marksîstên Tirkan de ne. Piraniya xelkê weka wan nafikire. Di nav Kurdan de jî kesên sekuler, laîk hene, em nabêjin temamê Kurdan misilman û Nexşebendîne lê piranî weka wan nînin. Lê HDP siyaseta xwe neguhertiye. Tirkiye siyaseta xwe ya 45 salan li ser tiştekî ava kiriye ku ew jî terore. Dibêjin HDP û partiyên pêve tev PKK ne, PKK terorîste, bi çekan welatê me perçe dikin û tiştên weha dibêjin. Erdoğan jî niha weha dibêje. Xelkê Tirk jî her tiştî ji bîr dike. Bihatiyê, krîza aboriyê, krîza tenduristiyê ji bîr dike. Ya duyem siyaseta dîn e. Terefê din bi bêdîniyê, bêkitêbiyê û bêlimêjiyê îtham dike. Xelkê Tirk jî razî dikin. Ev siyasetekî qirêjiye. Başe lê çima PKK destekê dide Erdoğan? Her roj daxwuyaniyekî dide; dibêjin wê piştî hilbijartinê Apo serbest bidin berdan, deriyên zîndada bişkênin, Efrînê paşde bistînin. Erdoğan vana di meydana hilbijartinê de weka sînevîzyon nîşan dide. Başe madem tu piştgiriya Erdoğan nakî, tu çima her roj vana dikî? Hun îro weha diaxifin, serê sibê Erdoğan dibêje niyeta wan ev e. Destekekî bi vî awayiye. Dengên HDP ê dan Kılıçdaroğlu lê bi awayekî dinê destekê dane Erdoğan.”

Tan di bernama xwe de got ku divê PKK dev ji çekan berde, di rêya demokrasiyê de têkoşîna xwe bide û di meclisê de xwe biparêze. Tan, di dewamiya axaftina xwe de got ku wê car din dengê xwe bide Kılıçdaroğlu lê ne ku Kılıçdaroğlu ji Erdoğan çêtire an dora wî jê çêtire. Ew şaş kirin û divê dersekî bistînin.