image

PeyamaKurd -  Amerîka dixwaze alîkariyên xwe yên ji bo pêkhateyên Iraqê, bi taybetî jî yên ji bo Kurdên Êzidî û Xristiyanan bi awayekî rasterast û bi rêya Ajansa Geşedana Navdewletî ya Amerîkayê ve pêşkeş bike.

Sekretera Rojnamevanî yê Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence,  Elîssa Fereh di daxuyaniyekê de ragihand, ku Kurdên Êzidî û Xristiyanên Iraqê bi destê DAIŞê rûbirûyê jenosîdê bûne û lewma jî Serokê Amerîkayê Donald Trump û Cîgirê Serok Mike Pence, parastina wan weke karê herî sereke yê rêveberiya xwe dibînin.  

 Elîssa Fereh da xuyakirin: “Ji bo parastina wan gelan, ku gelên resen û serbilind ên wê herêmê ne, Serok Trump biryar daye êdî ji bo alîkariya wan sûdê ji bernameyên Neteweyên Yekbûyî wernegre û dewsa vê bi riya Ajansa Geşedana Navdewletî USAIDê ve rasterast û bi awayeke leztir alîkariyê pêşkeşî wan bike.”

 Di daxuyaniyê de hate gotin, ku Cîgirê Serokê Amerîkayê ji bo demildest cîbicîkirina vê sozê ferman daye Rêveberê ajansa USAIDê Mark Grin da ku di rojên pêşiya me de serdana Iraqê bike û derbarê sedemên paşketina parvekirina alîkariyên Amerîkayê de raporekî amade bike.  

 Li gorî zanyariyan plana rêveberiya Trump ew e, ku bi riya ajansên xwe yên mirovî rasterast bi buhayê 35 milyon dolaran alîkarî bide Kurdên Êzidî û Xristiyanan.