image

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê Ned Price, piştî ku Amerîka ji nû ve ji bo Konseya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) hate hilbijartin, daxuyaniyek da.

Ned Price diyar kir, di derbarê biryarên Konseya NY de hin fîkarên wan hene û Amerîka wê dijî baldariya "bêpîvan" ya Konseyê ya ser Îsraîlê bisekine.

Price da zanîn: "Di derbarê Konseyê de, fîkarên me hene. Em ê bi tundî dijî baldariya "bêpîvan" ya Konseyê ya ser Îsraîlê bisekinin, ku ev tenê xala rojeva Konseyê ye ya ku welateke tenê dike armanc."

Herwiha di berdewamiye de destnîşan kir, Amerîka hevdem wê dijî hilbijartina welatên ku xwedî tomarên binpekirinên mafên mirovan yên hovdar in, givaştinan bike.