image

PeyamaKurd- Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Amerîkayê Jake Sullivan, êrîşên hêzên Îranê yên li dijî biryargehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (HDK) û PAKê yên li Herêma Kurdistanê, şermezar kir.

Jake Sullivan, li ser êrîşên hêzên Îranê yên ku bi balafirên bêmirov û moşekan li dijî axên Herêma Kurdistanê kirin axivî û got,

“Amerîka, êrîşên bi IHA û moşekan ên li dijî Rêveberiya Herêma Kurdistanê hatine kirin, bi tundî şermezar dike.”

 Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku êrîşên Îranê, êrîşên li dijî serweriya Iraqê û gelên Iraqê ne û ew wekî Amerîka, ligel Bexda û Rêveberiya Herêma Kurdistanê ne.

Jake Sullivan, di dewama daxuyaniya xwe de bal kişand ser xetereyên van êrîşan û da zanîn ku bi vê yekê Îran hem xwe, hem xelkê herêmê dike bin metirsiyê. Sullivan gotin bir ser xwepêşandanên li Îranê jî û got,

“Îran, nikare ser pirsgirêkên xwe yên hundirîn û giliyên rewa yên gelê xwe, bi êrîşên dersînorî bigire.”

Şêwirmendê Ewlehiyê, di dawiya daxuyaniya xwe de li ser mijara ku Îranê ji bo şerê li dijî Ukraynayê IHA dane Rusyayê jî axivî da zanîn ku ev hewest, divê di platformên navneteweyî de were şermezarkirin û ragihand ku Amerîka dê di hewilên xwe yên pêşîlêgirtina gavên Îranê yên li Rojhilata Navîn aramiyê xirab dikin de berdewam be.